YPG'ê nasnameya 11 şehîdên Reqa û gundê Ebû Xeşeb eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 11 şervanên xwe yên li gundê Ebû Xeşeb, Şedadê û Pêngava Rizgarkirina Reqayê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 11 şervanên xwe yên li gundê Ebû Xeşeb, Şedadê û Pêngava Rizgarkirina Reqayê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê nasnameya 11 şervanên xwe yên ku li gundê Ebû Xeşeb, Şedadê û Pêngava Rizgarkirina Reqayê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Hêzên YPG û YPJ bi armanca rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyan, di bin banê QSD'ê de li ser hev derban li çeteyan dixin. Di operasyonê de ya ku nêzî 50 roj in didome, heta niha nîvê navenda bajêr hatiye rizgarkirin.
YPG’ê diyar kir ku: “Çeteyên ku di Reqayê de li hember hêzên me têk diçin, li derveyî Reqayê jî dem bi dem bi armanca astengkirina şervanan ya li Reqayê, dikevin nav hewldanên êrîşan. Çeteyên ku heta niha gelek caran êrîşî cihên şervanan yên li Şedadê kirin, bi berxwedaneke mezin re rû bi rû man û her carê bêyî ku bigihîjin armancên xwe, êrîşên wan têk çû.
Di roja 26'ê Tîrmehê de, çeteyên DAIŞ'ê vê carê êrîşeke berfireh birin ser cihên şervanan yên li gundê Ebû Xeşeb a bi ser Şedadê. Li ser bersivdana şervanan, di şerê li vê herêmê de êrîş hate şikandin. Di van pevçûnan de 10 hevalên me bi fedakariyeke mezin li ber xwe dan û şehîd bûn. Têkşikandina vê êrîşê wateya xwe ne bi tenê parastina Şedadê, her wiha pêşxistina pêngava rizgarkirina Reqayê ye jî.
Her wiha di şerê li taxên Reqayê de, hevalekî me bi lehengî şer kir û gihişte şehadetê.
Em, YPG û YPJ hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku em ê armancên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Di serî de ji malbatên şehîdên berxwedana Ebû Xeşeb, em ji hemû gelê Rojava û Bakûrê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Cafer
Nav û Paşnav: Mirhef El Xelef
Navê Dayikê: Başiya
Navê Bav: Xelef
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê, Gundê El Hina El Xerbiye
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 26 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Cudî
Nav û Paşnav: Muhened Mihemed
Navê Dayikê: Sebha
Navê Bav: Hemed
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 26 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Gîvara Hesekê
Nav û Paşnav: Izedîn El Zahir
Navê Dayikê: Sîham
Navê Bav: Şelal
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 27 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Heleb
Nav û Paşnav: Xalid El Cedûe
Navê Dayikê: Hesna
Navê Bav: Feysel
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê, Gundê El Hina El Xerbiye
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 26 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Nur Hesekê
Nav û Paşnav: Xelîl El Elî
Navê Dayikê: Zelîha
Navê Bav: Îsa
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 26 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Rubar Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed El Merîh
Navê Dayikê: Zekiye
Navê Bav: Ebas
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 24 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Şam Şedadê
Nav û Paşnav: Basil El Ebûd
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê, Gundê El Hina El Xerbiye
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 26 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Şengal Hesekê
Nav û Paşnav: Mazin Necim
Navê Dayikê: Wedad
Navê Bav: Salih
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 27 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Şivan Şedadê
Nav û Paşnav: Sahir El Selman
Navê Dayikê: Malîka
Navê Bav: Teleb
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê, Gundê El Bejdelî
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 26 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Zagros Cibûrî
Nav û Paşnav: Hemed El Mihemed
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Merdûd
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 27 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Zihêr
Nav û Paşnav: Ehmed El Xelef
Navê Dayikê: Sîham
Navê Bav: Hesan
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê, Gundê El Hina El Xerbiye
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 27 Tîrmeh 2017 "