YPG'ê nasnameya 2 şehîdên Dêra Zorê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 17'ê Mijdara 2017'an li Dêra Zorê 2 hevrêyên wan şehîd bûne.

Di daxuyaniya nivîskî de hat bibîrxistin, ku Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bakurê Dêra Zorê bi serketina şervanên QSD'ê di roja 72'an de didome.


 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku teror û paşverûtiya DAIŞ'ê bi saya ked û fedakariyeke mezin a şehîdan ber bi dawiyê ve diçe û hat gotin, "Ji Cizîr heya Reqayê; ji Minbic heya Dêra Zorê bi hezaran şervanên azadiyê ji bo dawîanîna li terora DAIŞ'ê lehengiyeke mezin ji dîroka vî gelî re hiştin.
 
17'ê Mijara 2017'an, li Dêra Zorê 2 hevrêyên me di encama êrîşeke berfireh a çeteyan de şehîd bûn. Yek ji van hevrêyan Rêzan Gabar e, ku ji serdemên herî zehmet ên şoreşa Rojava heta îro bê navber di nava refên şoreşê de têkoşiya."

HEVRÊ RÊZAN KEDKAR Û DOZVANÊ AXA XWE BÛ

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrê Rêzan di sala 1992'an de, di nava malbateke welatparêz de li Dêrikê jidayîk dibe. Zarokatiya wî di nav hestên girêdana welat û xaka xwe yên ku ji malbata xwe girtî derbas dibe. Weke xortekî kedkar di demek kurt de cihê xwe di nava civaka xwe de digire û ji roja naskirina xwe ya Tevgera Azadiyê bi awayekî çalak di nav kar û xebatan de cih digire. Hevrê Rêzan bi awayekî çalak dibe yek ji kedkar û dozvanên axa xwe. Bi vê armancê berê xwe dide nav refrên YXK'ê.

Rêzanê ciwan, yê ku wê piştre bibe yek ji fermandarên hêja yên YPG'ê, bi dînamîzma xwe ya ciwantî di her şert û mercî de têkoşîna xwe bênavber didomîne. Di sala 2012'an de, bi destpêkirina şoreşa vejînê re hevrê Rêzan jî çek û rextê xwe li xwe dipêçe û dibe yek ji parêzvanên welatê xwe. Bi dîsîplîn, fedakarî azîm û qehremendiya xwe balê dikşîne ser xwe. Di nav xebatên leşkerî de salên dirêj derbas dike, di serdemên herî zehmet yên ku şoreşa Rojava tê de derbas dibe hewl dide ku rola xwe ya dîrokî bilîze. Heval Rêzan, bi hişmendiyeke bilind a şoreşgerî, bi sekneke tûj a mîlîtanî û bi tevlîbûneke xurt a Apogerî di her qadê de dibe yek ji kesên ku herî zêde xwedî rol û berpirsiyarî. Ji ber van sedeman ku di demek kurt de di asta rêveberina şer de jî tê erkdarkirin.
 
TEVLÎ HEMÛ PÊNGAVÊN LI DIJÎ DAIŞ'Ê DIBE

Li Rojavayê Kurdistan bi salan e şerekî berfireh ê li dijî terorîzma DAIŞ'ê, ku di dîrokê de hempaya wê nehatiye dîtin tê kirin. DAIŞ û hevkarên wê yên ku li dijî hemû mirovahiyê dibin xeteriyek mezin, divê were sekinandin û tinekirin. Li ser navê hemû mirovahiyê ev rola dîrokî li ser milê keç û xortên Kurd mabû, weke yek ji hezaran kesên ku di ferqa vê rastiyê de bûn, hevrê Rêzan jî rola xwe dibîne û dibe yek ji nivîskarên vê destanê. Bi vê armancê û bi birdariyeke pirr mezin heval Rêzan di hemû pêngavên li dijî DAIŞ'ê de cîh digire û di asta pêşengtî de tevlî şer dibe. Salên xwe di nav şer de derbas dike. Ji Kobanê heya Til Ebyad, heya Şedadê, Minbic û herî dawî Reqa; bi hesta tolhildana şehîdên Kobanê; weke deyndarekî Arîn, Gelhat û Viyanan bênavber şer dike. Sonda tunekirina DAIŞ'ê û tolhildna şehîdên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê dixwe û ji soza xwe venagere. Bi van taybetmendiyên xwe, di serî de pêngavên Tebqa û Reqa, di têkoşîna li dijî terorê de weke fermandarê eniyê cih digire. Di paqijkirina paytexta terorê, Reqa de dîsa weke fermandarê eniyê dibe xwedî rol û kedek mezin. Tevî ku di hemû dirêjahiya pêngavên Tebqa û Reqa de cihê xwe digire jî, bi xilasbûna van operasyonaan ve, qet nasekine û berê xwe dide Dêra Zzorê. Weke mîlîtan û şoreşgerekî hêja, li vir jî berpirsiyartî radike û weke fermandarekî sereke di operasyonê de cîhê xwe digire.
 
17'ê Mijdara 2017'an hevrê Rêzan, dema bi armanca serdana hevrêyên xwe û kontrolkirina mewziyên şervanên xwe li ser mewziyên şervanan digere, di êrîşeke berfireh a çeteyan ku ji 15 seyareyên zirxî û sîvîl pêk tê, digihîje şehadetê. Li hember çeteyên DAIŞ'ê yên ku bi çekên giran, topên SPG-9/B-7 û tankan êrîşî mewziya wî dikin, li ber xwe dide, û di vî şerî de jî pêşengtî ji hevalên xwe re dike û digihîje şehadetê.
 
WÎ LI REQAYÊ TOLA ARÎN Û GELHATAN RAKIR, EM Ê JÎ TOLA WÎ LI HER DEVERÊ RAKIN

Em weke YPG û YPJ soz didin ku em ê di her şert û mercî de têkoşîn û armanca Fermandar hevrê Rêzan bidomînin. Wî li Reqa tola Arîn û Gelhatan rakir, emê tola wî li her devera ku terorîzm tê de ye rakin. Bi vê biryardariyê em di şexsê Şehîd Rêzan û Şehîd Serdar de hemû şehîdên têkoşînê bi rêzdarî bibîrtînin. Di serî de ji malbatên wan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nav û Paşnav: Rêzan Gabar
Navê Rast: Delîl Resûl
Navê Dayîkê: Nebîla
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrik
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17 Mijdar 2017 - Dêra Zor

Nav û Paşnav: Serdar
Navê Rast: Atiya Silêman Siyah
Navê Dayîkê: Tirkiye
Navê Bav: Silêman
Cihê ji Dayîkbûnê: Til Koçer
Cîh û Dîroka Şehadetê: 17 Mijdar 2017 - Dêra Zor