YPG'ê li ser êrîşên dawî yên artêşa Tirk daxuyanî da

YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava, daxuyaniyeke nivîskî da.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên 4 rojên dawî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava, daxuyaniyeke nivîskî da.

YPG'ê destnîşan kir ku di heman demê demê de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser Efrînê didomînin û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li ser Efrîn û Kobanê jî zêde bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"05.07.2017'ê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi tank û çekên doçka êrîşî gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera û bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê kirin. Di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Qestelê, Maranezê û Belûniyê geriyan.

06.07.2017'ê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê û bi çekên doçka êrîşî gundê Maranezê kirin. Dîsa di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Şiyê û balafirên şer yên artêşa Tirk jî li ser rojavayê Kobanê geriyan.

07.07.2017'ê çeteyan bi topên hawanê êrîşî Basûfanê û bi çekên doçka û BKC êrîşî Girê Şehîd Şîlan kirin. Her wiha balafirên keşfê yên bê mirov li ser Girê Qestelê, Kefer Cenê û Xedametê geriyan. Dîsa leşkerên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin bi guleyên tangê û çekên doçka êrîşî gundên Maranezê, Eyn Deqnê, Minix û Belûniyê kirin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrîşî bajarokê Şêxler ê girêdayî Kobanê ku dikeve rojhilatê çemê Firatê kirin.

08.07.2017'ê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Di encamê de şewat derket û zeviyên gundiyan zerar dîtin. Dîsa çeteyên ku dixwestin êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa bikin ji aliyê hêzên me ve hatin ferq kirin û di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer derket. Di encam de êrîşê çeteyan hat şikandin û çete paş de reviyan. Di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî ku çete ji herêma şer reviyan bi topên hawan û katyûşa êrîşî gundê Basûfanê kirin. Di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê û bi çekên doçka êrîşî Bêlûniyê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin."