YPG’ê li Efrînê tûgaya 8’emîn ava kir

Li Kantona Efrînê bi navê Şehîd Bahoz Efrîn tûgaya 8’an a YPG’ê hate avakirin. Di vê tûgayê de 234 şervan hene.

Li kantona Efrînê avakirina tûgayên leşkerî didome. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 40 roj berê bi armanca avakirina tûgaya 8’emîn, bi beşdariya 234 endaman dewreyeke perwerdehiyê dabû destpêkirin.

Di dewreyê de li ser taktîkên şer û çawaniya bikaranîna çekan waneyên leşkerî, her wiha li ser Neteweya Demokratîk û dîroka Rojava waneyên bîrdozî hatin dayîn.

Dewreya perwerdehiyê îro bi merasîmekê bi dawî bû û tûgaya 8’emîn a leşkerî hate ava kirin. Qada merasîmê bi wêneyên têkoşeran, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/ YPJ’ê hatin xemilandin.

Di merasîmê de, rêveberên saziyên Kantona Efrînê û nûnerên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û fermandarên YPG/YPJ’ê amade bûn.Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê Behcet Ebdo avakirina tûgaya 8’an li gelên herêma Efrînê pîroz kir û got ku avakirina tûgayan di vê demê de gaveke pir girîng e. Ebdo anî ziman ku ew amade ne, bersiva her êrîşan bidin.

Behcet Ebdo bang li ciwanên herêmê kir ku cihê xwe di nava tûgayên leşkerî  de bigirin û herêmên xwe biparêzin.

Şervanan merasîmeke leşkerî li dar xisitn û sonda parastina xaka kantonê xwarin.Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ/YPG‘ê bi dawî bû.

Têkoşer Bahoz Efrîn, beriya 3 mehan di bersivdayîna êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên ser kantona Efrînê de li herêma Cindiresê şehîd bûbû.