Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî çalakiyên şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê yên il Efrînê daxuyaniyek nivîskî da.
YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê de de şervanên me 30-31’ê Gulanê ji du baskan ve êrîşî baragehên çete û leşkerên dewleta dagirker kirin. Di çalakiyê de gelek leşker û çete hatin kuştin, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal nehatin bidest xistin.
GELEK LEŞEKR HATINE KUŞTIN, CENAZEYÊ 2 ÇETEYAN HATIN DÎTIN
Di çalakiya li gundê Qurtqulaqê yê girêdayî navçeya Şera yekîneyên me şeva 30’ê Gulanê li dijî barageheke leşkerên Tirk çalakiyek lidar xistin, di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin, cenazeyê 2 çeteyan bi çav hate dîtin.
Hêzên me 31’ê Gulanê di saet 03:00’an de li dijî barageheke çeteyan li derdora gundê Meryemînê yê ku 7 kîlometre dikeve rojhilatê navenda bajarê Efrînê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ku veguherî şerekî giran û nêzî 45 deqeyan dirêj kir de hejmareke mezin ji leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar kirin. Lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
3 ŞERVAN ŞEHÎD BÛNE
Çalakiyên ku li gundê Qurtqulaqê û Meryemînê hatin lidarxistin de, 3 şervanên me bi lehengî heta guleya xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Wê nasnameyên her sê şehîdên me di demên pêş de werin parvekirin."