YPG'ê agahiyên nasnameya du şehîdan ragihand

YPG'ê ragihand şervanê wan ê bi navê Roj Şengal (Seyf Ibo) ve Şervan Şedadê (Efram Qasim Sevmê) şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 2 şervanên wan şehîd bûne. YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Têkoşîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro berxwedana xwe ya dîrokî ku li hember her cure paşverûtî û dagirkeriyê dimeşîne, bi awayekî bêhempa berdewam dike. Nirxên me yên esasî ku hişt ev şoreş bi pêş bikeve û bigihêje vê astê, şehîdên me ne û em di şexsê şehîd Roj û şehîd Şervan de tevahî şehîdên xwe yên leheng careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Îro têkoşîna me di destpêkê de li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê, bi awayekî biheybet berdewam dike. Gelê me îro ji her demê zêdetir li derdora vê têkoşînê kom bûye û xwedî li şehîdên xwe derdikeve.

Hevrêyê me Roj ku di vê têkoşînê de bi awayekî çalak cîh digirt, di operasyona li herêma Dêrazorê ya li hember DAIŞ’ê de di şer de şehîd bû. Hevrêyê me Şervan jî, li Hesekê di encama qezaya perwerdeyê de şehîd bû.

Agahiyên nasnameya şehîdan: 

Nasnav: Roj Şengal
Nav û paşnav: Seyf Ibo
Navê dayikê: Fehîme
Navê bav: Mihemed Xelef
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – Dişîşa, 16 Kanûn 2021
 

Nasnav: Şervan Şedadê
Nav û paşnav: Efram Qasim Sevmê
Navê dayikê: Tiyadora
Navê bav: Qasim
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 9 Kanûn 2021  

Em di şexsê şehîd Roj û şehîd Şervan de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”