YPG: Êrîş û zêdegaviya artêşa Tirk zêde bûne

YPG'ê destnîşan kir, ku êrîş û zêdegaviya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê zêde bûne û têkildarî êrîşên heft rojên dawî yên artêşa Tirk a dagirker agahî da.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê têkildarî êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîş û zêdegaviya artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Di hefteya dawî de şerekî giran qewimî" û li ser êrîşên 7 rojên dawî yên artêşa Tirk a dagirker, ev agahî da:

"22.07.2017'an balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser Eyn Deqnê û Maranezê geriyan. Her wiha çeteyan heman rojê xwestin êrîşî Girê Baz bikin. Hêzên me bi çeteyan hesiyan û di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket. Di encama vî şerî de çete reviyan.

23.07.2017'an artêşa Tirk û çeteyên wê bi topên obusê û çekên doçka êrîşî gundê Eyn Deqnê, Şêwerxa û Baflonê yên navçeya Şêra ya Efrînê kirin. Wekî din bi çekên BKC êrîşî eniya Girê Qestelê kirin. Heman rojê saet navbera 17:00 - 19:00 balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser Kantona Efrînê û di navbera navçeya Şera û Mabeta de geriyan.

24.07.2017'an artêşa Tirk û çeteyên wê bi obus, tank û topên hawanê êrîşî Eyn Deqnê, Maranez, El Kamîyê û Baflonê kirin. Heman rojê çeteyan bi topên hawanê êrîşî Girê Baz û Girê Barîn ên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser navçeya Efrîn Şiyê geriyan û leşkerên Tirk gundê Hamamê yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û gundê Senarê yê girêdayî navçeya Efrîn Şiyê gulebaran kirin. Hêzên me jî bersiv dan êrîşên artêşa Tirk û di encam de derb li wesayîteke artêşa Tirk hate xistin, lê di derbarê kuştî û birîndarên artêşa Tirk de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

26.07.2017'an çeteyên artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Heman rojê artêşa Tirk û çeteyên wê bi topên hawanê êrîşî Qitmê, Xedamat, Girê Qestelê, Baflon, Maranez û Eyn Deqnê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.

28.07.2017'an balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser Girê Qestelê yê navçeya Efrîn Şera geriyan û çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Girê Qestelê kirin.

29.07.2017'an de bi topên obus û hawanê êrîşî gundên Marazkê, Xedamat, Maranez, Malikiyê û Berada Malikiyê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera û navenda navçeya Şera kirin. Her wiha çeteyan bi çekên doçka êrîşî Girê Şehîd Şîlan kirin. Dîsa li eniyên Maranez, El Qamiyê, Vîla Qadî û Eyn Deqnê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera; gundên Başemrê û Basûfanê yên girêdayi navçeya Efrîn Şêrawa û gundên Îska, Girê Baz, Girê Barîn û Girê Şehîd Şîlan ên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de bi çekên BKC û doçkayan şer derket. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

30.07.2017'an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrawa û Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrîşî çeteyan. Her wiha di heman rojê de çeteyan bi obûsan êrîşî Eyn Deqnê yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin."