YPG: 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ku di navbera 9-17'ê Cotmehê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê dewam kiriye.

Navenda Ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a dadgirker û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, ku di navbera 9-17'ê Cotmehê de kir, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Di hefteya borî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk gelek caran êrîşî gundên girêdayî navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên kantona Efrînê kirin. Di encama şerên û pevçûnên ku hatin jiyankirin de 3 çete hatin kûştin û 9 çete birîndar bûn. Her weha balafireke keşfê ya artêşa Tirk jî hat xistin.

Encamên êrîş û pinpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 8 rojên dawî wiha ne:

Di 09.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê, çekên BKC, B7, doçka û kanas êrîşî gundên girêdayî navçeyên Şêrawa, Cindirêsê û Şera yên kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman wextî de bersiva êrîşan dan. Di encama bersivdayîna hêzên me de li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li eniya Ezazê 3 kuştî û 5 birîndar, li Kil Cibrînê jî 4 birîndarên çeteyan hene.

Di 11.10. 2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrîşên xwe yên bi topên hawanê û çekên doçka yên li ser gundên navçeyên Şera û Şêrawa dewam kirin. Hêzên me jî di heman demî de bersiv dan êrîşên çeteyan. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di 12.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser gundên navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên kantona Efrînê yên bi topên hawanê û çekên doçka dewam kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrîşên çeteyan. Her weha di heman rojê de hêzên me komekî çeteyan û treksekî çeteyan yê ku li eniya Girê Bahar û Girê Bozan yên girêdayî navçeya Cindirêsê yên kantona Efrînê çeperên nû çêdikirin hedef girtin. Di encam de hatin astengkirin.

Di 13.10.2017`de hêzên me çeperekî çeteyên girêdayî Tirk yê sûîkastê tespît kirin û bi SPG-9 ev çeper hate rûxandin. Dîsa di heman rojî de êrîşên çeteyên girêdayî artêşa Tirk yên li ser gundên girêdayî navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên kantona Efrînê berdewam kirin. Hêzên me di heman demî de bersiva êrîşan dan. Her weha balafirekî keşfê yê artêşa Tirk dema ku li ser navçeya Bilbilê yê Kantona Efrînê digeriya hedef kirin û di encamê de balafirê keşfê hat xistin.

Di 14.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser gundên girêdayî navçeyên Şêrawa, Şera û Cindirêsê yên Kantona Efrînê berdewam kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrîşên çeteyan. Her weha di heman rojî de çeteyên girêdayî artêşa Tirk dixwestin li eniya Girê Barîn yê navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê çeperên nû çêkin. Di encama mudaxeleya hêzên me de karê çeteyan hat sekinandin.

Di 15.10.2017`an de çeteyên artêşa Tirk êrîşên xwe yên li ser gundên girêdayî navçeyên Şera, Cindirêsê û Şêrawa dewam kirin. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrîşa çeteyan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di 16.10.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê, obûs û çekên doçka êrîşî gundên girêdayî navçeya Şera û Cindirêsê yên kantona Efrînê kirin. Hêzên me bersiva êrîşên çeteyan dan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin."