YPG’ê nasnameya 4 şervanên şehîd eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervanên şehîd eşlere kir yên ku demên cuda şehîd bûbûn.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervanên şehîd eşlere kir yên ku demên cuda şehîd bûbûn.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, 6’ê Tîrmehê di şerê di navbeyna hêzên wan û artêşa Tirk û çeteyên Tirk de şervanên wan Ciwan Boşat û Rizgar Kobanê, li Şêrewa a Efrînê jî, 18’ê Adarê di şer de Kanî Denîz û li Şehbayê jî dema paqijkirina mayinan şervanê wan Şahan Şiyar şehîd bûne.
‘’Di daxuyaniya me de ya 7’ê Tîrmehê hatibû ragihandin ku 6’ê Tîrmehê piştî ku gundiyekî xubarî daye, artêşa Tirk a dagirker bi tevlêbûna koma çete ya bi navê Ahrar Şarkiye operasyonek biriye ser gundê Şadiye ya Raco ya Efrinê. Di şer de, ku 5 saet dom kir, 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Her wiha 2 hevrêyên me jî heta bi guleya xwe dawî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyekî me jî bi birîndarî kete destê dijmin û hêsîr bû.
Navê 2 hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Ciwan Boşat
Nav Paşnav: Volkan Bayka
Navê Dayikê: Ziynet
Navê Bav: Mustafa
Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Raco / gundê Şadiya / 6'ê Tîrmeha 2018'an
***
Nasnav: Rizgar Kobanê
Cih û Dema Şehadetê Efrîn / Raco / gundê Şadiya / 6'ê Tîrmeha 2018'an
NASNAMEYA ŞERVANÊ KU 18’Ê ADARÊ ŞEHÎD BÛYÎ
Dewleta Tirk a dagirker bi komên çete 20’ê Çile ya 2018’an bi mebesta dagirkirina Efrînê operasyonek dabû destpêkirin. Li gel balafirên şer û keşfê bi hezaran leşker û komên çete tevlî vê operasyonê bûbûn. 58 rojan şer û berxwedaneke giran hate jiyîn. Bi vê çarçoweyê;
18’ê Adara 2018’an li Şêrawa ya Efrînê li gundê Birc Heyder di navbeyna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hêzên me de şerê giran çêbûbû. Di vî şerî de ji hêza dijmin gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûne, hevalekî me jî bi qehremanî şer kir û şehîd bû. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Kanî Deniz
Nav Paşnav: Buşra Tewfîq
Navê Dayikê: Fehîme
Navê Bav: Tewfîq
Cihê Jidayikbûnê: Helebce
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şêrawa / Birc Heyder köyü / 18'ê Adara 2018'an
ŞERVANÊ ME YÊ KU KARÊ PAQIJKIRINA MAYINAN DIKIR ŞEHÎD BÛ
Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û faşîst Efrîn dagir kir, li ser gelê me talokeya komkujiyê çêbû, hêzên me li ser vê gelê me li herêma Şehbayê bi cih kir. Ji bo ewleiya gelê me yê li Şehbayê were standin, komeke hevalê me karê paqijkirina mayinan kirin, ku berê çeteyên ebhet El Nusra û DAÎŞ’ê mayin danîbûn. Bi vê çarçoweyê;
8’ê Tîrmehê li herêma Şehbayê, li gundê Til Sosin komeke hevalê me yê ji paqijkirina mayinan berpirs, gelek mayin îmha kirin. Dema paqijkirina mayinan hevalê me yê ku di vê qadê de berpirs Şahan Şiyar dema îmhakirina mayinê bi qezayekê şehîd bû. Sicîla hevalê me wiha ye:
Nasnav: Şahan Şiyar
Nav Paşnav: Firat Yalçinkaya
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Îsmaîl
Cih û Dema Şehadetê: Şehba / Til Sosin / 8 Tîrmeh 2018
Em di şexsê 4 hevalên xwe yên şehîd de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi hurmet û minet bi bîr tînin, em careke dî dubare dikin, heta ku em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.’’