Yekîtiya Parêzeran li dijî tecrîdê bang kirin

Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê tecrîda Îmraliyê protesto kir. Yekîtiyê got ku, “Werin em zextan li dewleta Tirk bikin û tecrîdê rakin.”

Yekîtiya Parêzeran a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên demokratîk jî dike hedef. Parêzeran bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kirin ku berpirsiyarên xwe yên exlaqî û qanûnî pêk bînin.

Endamê Meclîsa Parêzeran a herêma Firatê Izzedîn Cimo daxuyanî xwend û tê de bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bike.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye û heta roja îro dewam dike û êriş û komployên li ser tevahî xaka Rojhilata Navîn xurt kir.

Parêzeran bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî, dezgehên çapemeniya azad û civaka navaneteweyî kirin ku li hemberî kiryarên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berpirsiyariyên xwe rabin û zextê li hikumeta Tirkiyê û hevkarên wê yên komploya li dijî rêbertî pêk anîne, bikin.

Parêzeran di dawiya daxuyaniyê de got: “Divê hemû rêxistinên mirovî zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe. Ji ber ku azadiya rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de azadiya gelên herêmê û cîhanê ye. Bi azadkirina rêber Ocalan wê piştî van salên dirêj ên şer, îstiqrar li herêmê pêk bê.”