Xwendekarên Efrînî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Xwendekarên Efrînê li kampa berxwdanê êrîşên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Xwendekarên Efrînî ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî koçî Şehbayê kirin, li kampa berxwedanê der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin.

Di daxuyaniyê ev tişt hate gotin;

"Bi dûberekirina hovîtî, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê a li ser bakur û rojhilatê Sûriyê em weke xwendekarên kampan li Şehbayê van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi hinceta ku wê aramiyê pêk bîne dixwaze xaka me dagir bike û komkujiyan bike. Lê belê ev hemû planin û dixwazin li ser sînorê Bakurê Kurdistanê guhertina demografiyê bikin û li şûna Kurdan dixwaze neteweyên cuda bi cih bikin û aramiya herêmê têk bibin. Her wiha dixwaze gelê Kurd li her deverê tune bike û careke din komkujiyên Efrînê li bakur û rojhilatê  Sûriyê dûbere bike.

Dewleta Tirk ji xwîna zarokên Kurd tê nerbûye û dixwaze projeyên li ser Efrînê pêk anî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bimeşîne. Çawa di dîroka gelê Kurd de her tim talankirin û komkujî çêbûye, dixwaza dîsa ew dîroka bi êş dûbare bike.

Em bêdengiya dewletên navneteweyî û saziyên mafên mirovan şermezar dikin û piştgiriya hêzên QSD, YPG, YPJ'ê dikin. Em dibêjin; xwendekarên Efrînê her tim amade ne li dijî êrîşên dijmin bibin bersiv. Ti carî em bêdeg namînin û dijmin nikare vîna me bişikîne. Ji ber ku vîna me vîna gelê berxwedêr e. Heta şoreşgerek li ser xaka me hebe em ê şer bikin ji bo mafê xwe."