Xwendekarên Efrînê dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Bi sedan xwendekarên Efrînê derketin qadan û êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşeke girseyî şermezarkirin.

Xwendekarên Efrînê yê ku ji bo dagirkirina dewleta Tirk ji cih û warê wan xwe dûr li Şehbayê xwendina xwe didomîne li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji navçeya Ehdes ya Şehbayê ber bi Gundê Maratê ve meşiyan.

Xwendekar bi diruşmeya ‘Dagirkerî û gefên Erdogan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya Komploya 9’ê cotmehê ya li ser Rêber Apo ye’, ‘Welat welatê me ye’,‘Na ji dagikeriya Osmaniya nû re’ û ’Kurd,Ereb,Aşûr,Suriyan,Çerkez,Tirkmen û Ermen her bijî civaka demoqratîk’ ber bi Gundê Maratê ve meşiyan.

Li Gundê Maratê piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji xwendekar Sîlvana Haşim û endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demoqratîk Valantîne Welo, hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Şûreşa Rojava û Bakurê Sûriyê ku ev neh sal li hemberî hovîtiya şerê dagirkeriyê bi hemû pêkhateyên xwe û gelên li herêmê ve li berxwedana. Bi derftên kêm û bi hêzên xwe ya cewherî heta niha li hemberî DAÎŞ’ê û çeteyên Tirk bi sedan komên talankirinê li berxwe dide. Li encama van şerê neh salan û di êrîşên van hovîtiyan de bi sed hezaran gel, zarok, jin ji cih û warên wan hatine koçkirin. Mal û milkên wan hatine talankirin, bi deh hezaran sivîl hatine qetilkirin, windakirin, birîndarkirin.

Weke gelê Kurd Sûriya, Ereb,Ermen û Tirkmen li hemberî vê hovîtiyê qirkirin û talankirin hê bi vîneke hevpare, ji Efrîn bigire heta Helebê, Minbicê, Kobanê heta Dêrîkê ji bo xaka xwe li berxwedane.”