Xiristiyanên Dêrikî: Em bi fikrên Ocalan jiyaneke nû datînin

Xiristiyên li Dêrika Rojava dijîn, diyar kirin ku ew bi perspektîfa neteweya demokratîk A Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyaneKe nû datînin û gotin ew dixwazin Ocalan azad bibe.


Keldan, Sûryan û Ermenên li Dêrikê ya Rojava dijîn  armanca komöploya navnetewî ya  15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û giringiya Ocalan a ji bo gelan û jinan vegotin.

Seyde Henna Brahîm got, ''Em dixwazin Rêber Apo azad bibe. Em xiristiyanên Rojava em ê li cem Rêber Apo bin. Em ji welatên Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, ji saziyên mafê mirovan û hiqûqê dixwazin ku Rêber Apo were berdan.''

Nubar Kenco Kuniyan li dijî bêdengiya saziyên navnetewî û dewletên Ewropayê helwest nîşan da û got, ''Behsa mafê mirovan, demokrasiyê dikin lê li gorî berjewendî û siyaseta xwe diçin. Li dijî vê rewşê çavê xwe li hovîtiya dewleta Tirk digirin. Ji ber vê polîtîkaya wan dewleta Tirk bêhtir har dibe. Em gel vê qebûl nakin. Em dixwazin Rêber Apo azad bibe.''

Elen Eysa Korkis jî got dewleta Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd zêdetir kiriye, li derve jî êrîşê tîne ser gerîla û gelan.

Yek ji  Keldaniyê ji Dêrikî Seyde Henna Brahîm got, ''Rêber Apo ji bo ku mafê jinan û azadiya civakan dixwaze komplo lê hate kirin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo Kurdan, hemû gelên Rojhilata Navîn bûbû sembola azadiyê. Ji ber vê Tirkiye û dewletên kapîtalîst ev komplo kirin.

Em Keldanî ji nêzîkatiya Rêbertî ya li gelan û jinan kêfxweş in. Rêber Apo ji bo azadiya jinan têdikoşe. Ev 22 sal in Rêber Apo girtîye û zilm lê tê kirin. Em azadiya Rêber Apo dixwazin. Em xiristiyanên Rojava em ê tim li cem Rêber Apo bin. Em ji Welatên Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên hiqûqê dixwazin ku Rêber Apo azad bibe. Ji ber ku ji bo demokrasî, ji bo azadiya gelan têkoşiya. Ji bo ku gelên Rojhilata Navîn û Kurd azad bibin têkoşiya. Hemû gelan felsefeya azadiyê ya Rêber Apo qebûl kiriye.

Her wiha li djî gefên Tirkiyê em ê l ber xwe bidin. Erdogan tim gefê li me dixwe. Em ji bo gelên xwe li dijî êrîşên Erdogan em ê li ber xwe bidin.''

Muhendisê Ermen ê Dêrikî Nûbar Kenco Kuniyan jî got, ''Abdullah Ocalan dixwaze gel bi destê hev bigirin. Neteweya demokratîk dixwaze. Ji ber vê dewletên mezin û Tirkiye ji ramanên wî tirsiyan. Komployeke wiha lê kirni. Tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêber Apo ne exlaqî ye û ne însanî ye. Tirkiye niha  behsa Osmanî dike. Em li dijî van fikrên êrîşkar ên dewleta Tirk in. Tirkan tevahiya dîrokê gelek ji civak qetil kirin. Ew jî bivê rastiyê dizanin.''

Kunciyan got gelê Rojava û Dêrikê felsefe û projeya neteweya demokratîk a Ocalan pejirandine û got, ''Îro li Rojava em bi hev re dijîn, bi hev re xwe rê ve dibin. Fikrên Rêber Apo civakî û sosyalîst in. Helbet divê em van fikran zêdetir bi cih bînin. Ji bo ku fikra neteweya demokratîk a Rêber Apo li cîhanê berbelav bibe û were qebûlkirin divê mirov bêhtir bixebite. ''

Kunciyan bêdengiya welatên Ewropî ya li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bi bîr xist û got, ''Behsa mafê mirovan, demokrasiyê dikin lê li gorî berjwendî û siyaseta xwe diçin. Çavê xwe li tecrîdê û hovîtiya dewleta Tirk digirin. Ji ber vê polîtîkaya wan dewleta Tirk hovîtiya xwe ya li ser gelan zêdetir dike. Em vê qebûl nakin û dixwazin Rêber Apo azad bibe.''

Elen Eysa Korkîs ku Sûryan e, got gelên Rojava bi çawçoweya felsefe û paradîmaya Rêberê Gelê Kurd didin û distînin, bi hev re jiyaneke nû danîne û got, ''Em bi mafên wekhev dijîn, dixebitin û xwe rê ve dibin.

Em Xiristiyan û Suryanên li Dêrikê ramanên Abdullah Ocalan diparêzin û hez dikin. ''

Korkîs bi domdarî got, ''Em  di pêvajoya rêveberiya  xweser de bi zimanê xwe diaxivin, zimanê me bi fermî yek ji zimanê herêmê ye, bi zimanê xwe perwerde dibin. Bi zimanê xwe di rêveberiyê de ne. Hêzên me yên xweparastinê hene. Hêza xweparastinê ya jinan heye. Em jinên Sûryan di hemû saziyên rêveberiya xweser de, di hemû qadên jiyanê de ne. Dema rejîmê tiştekî wiha nebû .Ev hemû bi fikrên Rêber Apo ne.''

Korkîst got ,''Em Sûryan li Rêber Apo û ramanên wî xwedî derkevin'' û domand, ''Dewleta Tirk dest li ser mafê me danî. Êşa me û Kurdan yek e, daxwazên me yek in. Fikrên Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû gelan û mirovahiyê ne. Ji bo vê ev fikrên me ne jî.''

Korkîs her got, ''Em Suryan li Rêber Apo xwedî derdikevi nû dixwazin Rêber Apo azad bibe.''

Korkîs her wiha diyar kir dewleta Tirk dewleteke terorîst e, komkuj e û got,''Tirkiye dest li ser mafê Abdullah Ocalan daniye. Îro nahêlin ku parêzerên xwe jî bibîne. Çawa ku ji tirsan komplo pêk anî niha jî ditirse ku fikrên wî bigihije gelan. Em dixwazin ku êdî komplo bi dawî bibe û Ocalan azad bibe.''

Korkîs her wiha got dewleta Tirk tecrîda li ser Ocalan giran dike û li derve jî êrîşê tîne ser gerîla û gelan. Korkîs got,''Xeyalên Osmanî yên Erdogan çawa li şoreşa Rojava ketibe îro jî li Garê li gerîlayên PKK'ê ket. Berxwedana gerîalyan a li dijî dewleta Tirk ku gelê me qetil dike, şikandina artêşa Tirk morelek da me.''

Korkîs herî dawî got, ''Divê hemû cîhan pê zanibe, bi têkoşîna xwe hem em ê azad bibin û hem jî Ocalan wê azad bibe.''