Xeyalên şehîdên Pirsûsê li Kobanê pêktên

Li Kobanê kêm jî be bi avakirina parka zarokan a Şehîdên Pirsûsê xeyalên Şehîdên Pirsûsê tê bi cih anîn. Bêrîtan Asya ya yek ji birîndara Pirsûsê ye got: “Bi avakirina vê parkê kêm jî be em dixwazin xeyalên hevalên xwe bi cih bînin.”

Di salvegera 3’emîn a komkujiya Pirsûsê de ku 33 ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyî yên ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava, ketibûn rê û hatibûn qetilkirin, xeyal û pirojeyên wan ciwanan hevalên wan li Kobanê pêktînin.

Bêrîtan Asiya ya ku yek ji wan kesên di nav wan ciwanên berê dabûn bajarê Kobanê de bû. Asiya di komkujiyê de birîndar bibû piştî dermankirina 3 mehan û şûnde berê xwe dide Rojava û tê Kobanê da ku kêm jî be xeyalên hevalên xwe ye Şehîd pêkbîne.

‘DEMA ZAROKAN DIBÎNIM HEVALÊN MIN TÊN BÎRA MIN’

Asiya Ev tişt gotin:

"Piştî rizgarkirina kobanê em wek ciwanên sosiyalist ên li Bakurê kurdistanê û Tirkiyayê me bi şîara 'Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' kampanyayek dabû destpêkirin, lê xuya bû dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe ev helwesta ciwanan nikaribûn xwe lêragire û komkujî pêkanîn.

Tenê gunehê me ew bû ku me lîstokên zarokan ji bo zarokên kobanê re danîn, 33 hevalên me şehîd xistin.

Dema cara yekem çavê bi zarokên Kobanê ket, hevalên min hatin bîra min. Dema kenê li ser lêva zarokên Kobanê tê guhê min rûyê hevalên min ên şehîd tên ber çavê min. Îro di salvegera şehîdbûna wan de li Kobanê parka zarokan a şehîdên Pirsûsê vedikin, kêm jî be xeyalên hevalên xwe pêk tînin.”