Xelkê Til Hemîsê: Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî erka me ye

Şêniyên navçeya Til Hemîs a kantona Cizîrê di roja dawîn a çalakiya gireva birçîbûnê de soza bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nû kir.

Di roja duyemîn a çalakiya gireva birçîbûnê de bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs a kantona Cizîrê û endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî berê xwe da çalakiya konvedanê. Çalakiya konvedanê duh di çarçoveya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ya ku di 10'ê Cotmeha borî de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dest pê kiriye, hat lidarxistin.

Kon ji aliyê Însiyatîfa Gel a kantona Cizîrê ve ji bo destekdayîna girtiyên li zîndanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên ku gireva birçîbûnê ragihandine, hat lidarxistin. Çalakiya bi dirûşma "Em berxwedana zîndanan silav dikin û em ê bi ruh û nirxên pakrewanan Rêberê xwe azad bikin" li qada rêveberiya dibistanan a bakurê navçeyê li dar ket.

Di serî de endamê Akademiya Civaka Demokratîk a Til Hemîs Mensûr El Ebdullah der barê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rola wî ya pêkanîna guhartinan di civakê de û xurtkirina têkiliyan navbera pêkhateyên herêmê de axivî û got: "Rêbertî ji bo azadiya me têkoşiya û niha jî êdî dem dema me ye ku em azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Hevserokê Meclisa bajarokê Ebû Curn ê navçeya Til Hemîs Silêman Mihemed teqezî bi domandina çalakiyên banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û tevlêbûna girseyî heta bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, kir.

Endamê Saziya Olî ya navçeyê Mela Mutez El Enter axivî û wiha got: "Bila em asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku rêxistinên qaşo mirovahî û mafên mirovan diparêzin, hişyar bibin."

Di dawiya çalakiyê de daxuyanî ji aliyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeyê Xalib El Sedûn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de siyasetên tecrîdê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û soza domandina têkoşînê li hemû qadan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hat nûkirin û hat destnîşankirin ku ew yek ji bo şêniyên navçeyê erk û nirxeke sereke ye.

Piştre beşdarên çalakiyê li ber stranên gelêrî û şoreşgerî govend gerandin.

Çaverê ye ku çalakiyên gireva birçîbûnê li kantona Cizîrê bidomin û sibe li qada Jina Azad a navçeya Amûdê bê lidarxistin.