Xelkê Kobanê li dijî tecrîda Îmraliyê rabûn

Bi sedan welatiyên Kobanê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.

Şêniyên Herêma Firatê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên duh ku li ser Kobanê û gundewarên wê hatin kirin, ji Qada Jina Azad a navenda bajarê Kobanê dest bi xwepêşandaneke girseyî kir.

Xwepêşanderan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê berz kirin.

Xwepêşander ber bi Qada Şehîd Egîd ve meşiyan. Li Qada Şehîd Egîd a li navenda Kobanê, endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê, Mizgîn Xelîl axivî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser herêmê protesto kirin.

Mizgîn Xelîl her wiha got: “Rêber Ocalan ji tunebûnê jiyaneke azad ji bo gelên herêmê afirand û bi ramanê xwe yên azad projeya neteweya demokratîk afirand ku bi saya wê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re azad û dûrî nîjadperestiyê dijîn.”

Mizgîn Xelîl wiha dirêjî da axaftina xwe: “Projeya rêberê azad, projeyên faşîst têk birin û ji ber vê jî komplo li dijî wî kirin, lê komploya wan a dûrxistina wî ji gelê herêmê têk çû. Îro, piştî ku nekarîn ramanê wî ya azad ku hemû qedexe şikand kontrol bikin, tecrîdê li ser wî girantir dikin.”

Mizgîn Xelîl wiha bal kişand ser êrişên ku li ser herêmê tên kirin û got: “Îro dewleta dagirker êrişên xwe yên li ser herêmê zêde dike da ku hemû kesên ku îdeolojiya Rêber Ocalan qebûl kiriye, ji holê rake. Rûsya jî bi bêdengiya xwe şirîkê dagirkeriyê ye di van êrişan de, dem hatiye ku wijdanê xwe li hember kesên ku çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê têk birin, şiyar bike.”

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.