Xelkê Hesekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiya

Xelkê Hesekê di çarçoveya kampanyayê de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, meşiya û got: ‘’Mifteya çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn, li Îmraliyê ye’’.

Şêniyên Hesekê û endamên saziyên bajêr û partiyan, ji bo piştgiriya pêngava 10`ê Cotmehê bi diruşima “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest pê kiriye û pêngava Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşima “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”, meşiyan.

Meş ji çerxerêya El Mehlec a li taxa Mişêrfe ya Hesekê dest pê kir û li ser rêya ber bi taxa El Nasr ve dewam kir.

Li wir, Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Başo axivî û piştgirên pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

Evîn wiha domand: “Kî dixwaze pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bike, çareserî li Îmraliyê ye. Yên dixwazin aştî û azadî pêk were, hêza azadî û aştiyê li Îmraliyê ye. Em bang li azadîxwazan, bi taybetî li tevgerên jinan dikin ku tev li pêngavê bibin û piştgiriya wê bikin. Ji ber ku azadiya Rêbertiyê, azadiya gelên azadîxwaz û demokrat e.