Xelkê herêma Firatê serdana konên sersaxiyê dike
Xelkê herêma Firatê serdana konên sersaxiyê dike ku ji bo şehîd Dozvan Qasmê (Serwet Ehmed), Berçem Kobanê (Ednan Şêx Mihemed) û Mihemed (Mihemed Şêx Nebî) hatine vedan.
Xelkê herêma Firatê serdana konên sersaxiyê dike ku ji bo şehîd Dozvan Qasmê (Serwet Ehmed), Berçem Kobanê (Ednan Şêx Mihemed) û Mihemed (Mihemed Şêx Nebî) hatine vedan.
Ji bo şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed (Mihemed Şêx Nebî) li gundê Çol Begî, ji bo şehîdên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Dozvan Qasmê (Serwet Ehmed) li gundê Qasimê û Berçem Kobanê (Ednan Şêx Mihemed) li gundê Berxbatanê kon hatin vedan.
Girseya gel serdana konên sersaxiyê kir û dirûşma "Şehîd namirin" qîriya. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, li konê li gundê Çol Begî, endamê Rêveberiya Têkiliyên Asayîşê ya Herêma Firatê Mihemed Qaso axivî. M ihemed Qaso got, "Em ê armancên hevalê xwe e û rêyê wan em ê bişopînin. Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina gelê Kurd û neteweya demokratîk e, em ê heta dawiyê jî li ser rêya şehîdên xwe bin."
Li binê konê li gundê Qasimê jî endamê Rêveberiya Akademiya Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Silêman Silêman axivî. Silêman diyar kir ku Qasimê yek ji wan gundan e ku bêteredût tevlî nava têkoşînê bû û got, "Dema ku şehîdek çeka hevalê xwe yan jî ya birayê xwe hildide, mirov ti carî ji wê şoreşê natirse. Ji ber ku teqez wê bi ser bikeve. Dema ku malbat dibêje em çeka şehîdê xwe li erdê nahêlin, ev rastiyeke ku êdî tenê rêya wan berxwedanî ye. Vaye dijmin bi rojane êrîşî aramî û destketiyên gelê me dike. Lê wê heta kesên weke Dozvana hebe wê tenê serketin misoger bibe û dewleta Tirk û îxanet li bin bikeve."
Li gundê Berxbatanê jî Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Xoce axivî. Ehmed Xoce bal kişand ser girîngiya parastina destketiyan.
Di bîranînê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.