Xelkê Efrîn û Şehbayê bi meşekê Şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anî
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi rengekî girseyî daketin qadan û bi meşekê Şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi rengekî girseyî daketin qadan û bi meşekê Şehîdên Komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.
Ji şêniyên Efrîn û Şehbayê bi sedan kes li navçeya Ehdasê li hev kom bûn û bi wesîleya salvegera 10'an a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an meşek lidar xistin.
Girseya gel bi dirûşma "Li hemberî komployan, Jin, Jiyan Azadî", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star ber bi gundê Meratê ya Şehbayê meşiya.
Li gundê Meratê jî mîtîng hate lidarxistin û ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Gulê Mihemed û ji Rêveberiya Xweser Melek Hisên daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn û hate ragihandin ku komkujî dewama komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd e.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê li ser şopa Sakîneyan têkoşîna li dijî dagirkeriyê mezin bikin.