Xelkê Dirbêsiyê dewleta Tirk û PDK protesto kirin

Bi meşekê ya li Dirbêsiyê ya Rojava êrîşên PDK’ê û dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.

Bi sedan şênî, endamên Ciwanên Şoreşger û Kongreya Star beşdarî xwepêşandanê bûn û sûcên dewleta Tirk û êrîşên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

Xwepêşandêr li ber nivîsgeha Kongreya Star a navçeyê kom bûn. Endamê Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) Ebdulxenî Oso kiryarên xiyanetê yên PDK'ê yên li dijî gelê Kurd û Hêzên Parastina Gel (HPG), her wiha beşdarbûna hêzên PDK'ê di dorpêçkirina gerîla de û piştgiriya artêşa Tirk, protesto kirin.

Oso anî ziman tevî ku êrîşî gerîla kir û hin ji wan şehîd bûn jî, lê ne gengaz e ku gerîla zirarê bide ewladên gelê Kurd.

Oso destnîşan kir ku divê gelê Kurd li kêleka berxwedana HPG’ê bisekine û bi vê yekê wê bersiva xiyaneta PDK`ê were dayîn.