Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêberê Gelê Kurd daketin qadan

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan

Piştî erdheja ku bi pileya 5,1 li navçeya Gemlîîk a Bûrsayê pêk hat, hêrsa gelê Kurd a li dijî tecrîda Îmraliyê zêdetir bû. Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo eşkerekirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçer a Qamişloyê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Kongra Star û endamên Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek li pêş navenda meclisê da.

Endama meclisê Rewa El Cilod daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin komploya navneteweyî ya li dijî vîna gelê Kurd di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 26 sal in dewam dike û civata navneteweyî li hember vê yekê, da ku berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re biparêzin bêdeng e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cezayên dîsplînê û qedexeya hevdîtina pê re ji zêdetirî 33 mehan ve li gel milyonan welatiyan fikaran çêdike, bi taybet piştî erdhejê li Bûrsa yê Tirkiyeyê çêbûye. Her wiha hate gotin ku divê li hember vê yekê komîteyên hiqûqî zextê li dewleta Tirk bikin û çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin.

EYN ÎSA

Têkildarî mijarê bi dehan xelkê navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî ji bo eşkerakirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Welatiyê bi navê Mehmûd El Şiblawî li pêş navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Eyn Îsayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku destwerdanê bikin û bihêlin malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin da ku rewşa wî ya tenduristî eşkera bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate şermezarkirin û hate gotin fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevah gelên Rojhilata Navîn xelasiya ji zilm û desthilatdariyê ye.

ŞEHBA

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma ji "Silametiya Rêber Apo berpirsyariya navneteweyî ye" meş hat li darxistin.

Meşa ‎ku bi sedan kesî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî tevlî bûn, ‎ji Çarexêreya navçeya Ehdasê dest pê kir.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û ‎dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.‎

Meş li pêşiya Parka 4'ê Nîsanê ya navçeya Ehdasê rawestiya. Li wir endama Meclisa Malbatên ‎Şehîdan Xedîce Îbo Axivî. Xedîce diyar kir ku gelê Efrîn û Şehbayê piştî erdheja ku li Stenbolê rû ‎da, ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar e.‎

Xedîce bêdengiya navneteweyî ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber ‎Abdullah Ocalan şermezar kir û got, bêdengiya wan nîşaneya tevkariya wan di komploya ‎naveteweyî de ye ku sala 1998′an dest pê kir.‎

Xedîce Îbo bang li tevahî gelên herêmê kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah ‎Ocalan dakevin qadan.‎

Her wiha endamê Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Cebraîl Mistefa bang li ‎pêkhateyan kir ku li hember siyaset û komploya dewleta Tirk ên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah ‎Ocalan û gelên herêmê hevgirtî bin‏.‏

Cebraîl Mistefa  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî ‎şermezar kir û got gelên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer in wê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe bidomînin.