WHO: Şerê li Xezeyê ji bo tenduristiyê bûye felaket

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs diyar kir ku şerê li Xezeyê di asta 'felaketê' de bandorê li tenduristiyê dike.

WHO'yê li ser şert û mercên tenduristiyê yên li Fîlîstînê rûnişteke awarte lidar xist û ragihand ku sîstem têk çûye, doktor bi karekî 'nepêkan' re rû bi rû ne.

Tedros Adhanom Ghebreyesûs di destpêka civînê de axivî ku li Cenevreyê pêk hat û got, "Bandora şer a li ser tenduristiyê di asta felaketê de ye."

Tedros Adhanom Ghebreyesûs got, "Her gavê hîn bêhtir mirov li qadên biçûk têne bicihkirin, li gel qelebalixiyê, kêmasiya xurek, av û stargehê, zemîn ji belavbûna nexweşiyan re têne afirandin."

Serokê WHO'yê hişyarî da ku rewş dikare hîn bêhtir nebaş bibe û bi zivistanê re nexweşiyên şewbê belav bibin.

Ghebreyesûs got, "Sîstema tenduristiyê ya Xezeyê têk çûye" û ragihand ku ji 36 nexweşxaneyan tenê 14 jê bi kapasîteyekê dixebitin û du ji wan jî li bakurê herêma peravê ne.

Li gorî rayedarên Îsraîlî di êrîşên Hamasê yên 7'ê Cotmehê de piraniya wan sivîl hezar û 200 kes hatin kuştin, nêzî 240 kes jî hatin revandin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê jî di bombardûmana Îsraîlê de ya li ser Şerîda Xezeyê piraniya wan sivîl zêdeyî 17 hezar û 700 kes hatine kuştin.

Serokê WHO'yê got, "Xebatkarên tenduristiyê di nava şert û mercên bêderfet û di nava şer de dixebitin."