Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Armanca Tirkiyeyê çi ye?

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velîd Mûallîm diyar kir, dewleta Tirk li Sûriyeyê piştgiriyê dide çeteyên El Nûsra.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velîd Mûallîm bi hempîşeyê xwe yê Çînî Wang Yî re li Pekînê li hev rûniştin.

Her du wezîran civîneke çapemeniyê ya hevpar pêk anîn. Mûallîm der barê şerê dawî yê li Îdlibê got, "Em hêvî dikin ku di navbera artêşa me û artêşa Tirkiyeyê de şer dernekeve. Sekna me ya bi pîvan bi vî rengî ye."

Mûallîm got, "Em li dijî terorîstan şer dikin, bi taybetî li xaka Sûriyeyê li beşek ji welatê me li Îdlibê" û diyar kir, "Pirs niha wiha ye: Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê çi bike? Tirkiyeyê xaka Sûriyeyê dagir kiriye û li hin deverên diyarkirî hebûna xwe ya leşkerî heye. Gelo Eniya Nûsra diparêze? Gelo hin hêzên terorîst diparêze ku Tevgera Îslamî ya Tirkîstana Rojhilat jî di nav de ye?"

Mûallîm diyar kir, dewleta Tirk beşek ji Sûriyeyê dagir kiriye û got, "Di mijara Tİrkiyeyê de pirsa divê were pirsîn wiha ye; armanca bingehîn a Tirkiyeyê çi ye? Em li dijî kom û rêxistinên terorîst şer dikin. Dinya tev qîma xwe pê tîne ku em li dijî terorîstan şer dikin."

Rejîma Enqereyê hefteya derbasbûyî îdîa kiribû ku rejîma Şamê bombe li nuqteya wan a çavdêriyê ya li Îdlibê barandiye. Lê belê Rûsyayê diyar kiribû ku daxwaz û koordînat ji Tirkiyeyê hatiye. Hikumeta Tirk daxuyaniya Rûsyayê red kiribû.

Mûallîm her wiha xwest "hêzên biyanî yên li derveyî qanûnan li Sûriyeyê ne" ji welatê wan derkevin.