Welatparêzê Kurd Henan Hesen Ehmed koça dawî kir
Kesayetê welatparêz Henan Hesen Ehmed ê 84 salî li navçeya Ehdasê ya Şehbayê koça dawî kir.
Kesayetê welatparêz Henan Hesen Ehmed ê 84 salî li navçeya Ehdasê ya Şehbayê koça dawî kir.
Kesayetê welatparêz û bavê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Henan Hesen Ehmed doh li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê jiyana xwe ji dest da.
Henan Hesen Ehmed di sala 1938’an de ji dayik bû û di destpêka salên heyştêyî de tevlî xebatên şoreşgerî bûye.
Li herdu bajarên Heleb û Tebqayê di rêxistinkirina civakê û danasîna fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwedî roleke mezin bû.