Welatiyên Kobanê cenazeyê 2 şehîdên Reqayê veşartin

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên 2 şehîdên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyên her du şehîdan Sebrî Pîrê (Demhat Karoz) û Îmad Nasan (Birûsk Kobanê) ku di  Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dîcle ve ketin rê.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Ferhad Dêrik, Cîgirê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Bergel, bi dehan şervan û fermandarên YPG/YPJ û hêzên erka xweparastinê jî di nav de bi sedan kes tevlî merasîma li goristanê bûn. ‫

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî hate destpêkirin û piştre yek ji Fermandarên YPG`ê Reşo Kobanê û Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ê Kantona Kobanê Hogir Kobanê axivîn û sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di axaftinan de êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê hate şermezarkirin û hate gotin ku ew çiqasî êrîş bikin jî wê nikaribin îradeya gelê herêmê têk bibin.

Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Ronahî Ehmed nasnameya herdu şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîdan bi diruşme û tilîliyan li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.