Wê hilbijartin ji Rojava û Bakurê Sûriyeyê re bibe bingehek

Îbrahîm diyar kir ku bi hilbijartinê re wê meclîsên kanton, bajarok û navçeyên li her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê bên diyarkirin.

Hevseroka Desteya Hilbijartinê ya Bakurê Sûriyeyê Rûken Mela Îbrahîm, li ser girîngî, rêz û rêbazên hilbijartina 1'ê Kanûnê ji ANF'ê re axivî.

Îbrahîm diyar kir ku bi hilbijartinê re wê meclîsên kanton, bajarok û navçeyên li her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê bên diyarkirin.

Rûken Mela Îbrahîm anî ziman, ku navê namzetan wê eşkere bibin û bernamzetên nehatine qebûlkirin dikarin îtiraza xwe bikin ku careke din bernamzetiya wan bê nirxandin.

Rûken Mela Îbrahîm da xuyakirin ku pêvajoya destnîşankirina namzetan û dengdanê her sê herêm li gorî qanûnên hilbijartinê weke hev e, lê herêma Cizîrê ji ber mezinahiya erdnîgarî û zêdebûna pêkhateyên xwe li gorî herêmên din hin cudahiya xwe hene.

HEJMARA NAMZETÊN LI HER SÊ HERÊMAN

Îbrahîm ragihand ku ji ber vê yekê hejmara nazmetên herêma Cizîrê zêdetir e û got, "Li herêma Cizîrê 3408 namzet hene. 101 ji van ji lîsteya hevbendiyê ne. 2940 jî ji lîsteya neteweya demokratîk e."

Îbrahîm da zanîn ku di hilbijartinê de wê rêveberiyên bajarok, navçe û kantonan werin hilbijartin û wiha dewam kir: "Hejmara kursiyên li bajarokan 38, li navçeyan 4 û li kantonan jî 62 ye. Hejmara bajarokên li Herêma Cizîrê 52 ye. 2 kanton û 20 navçeyên xwe hene. Hejmara namzetên herêma Firatê 1151 e. Hejmara namzetên herêma Efrînê jî 1550 ye."

RÊ Û RÊBAZÊN DENGDANÊ

Rûken Mela Îbrahîm li ser rê û rêbazên hilbijartinê jî got, "Dema ku me navên namzetan diyarkirin, kesên ku navê wan derneketî dikarin piştre îtiraz bikin. Piştî îtirazan wê navên dawî werin diyarkirin. Dema ku navên dawî hatin diyarkirin jî namzet dikarin li her cihî propaganda hilbijartinê bikin. Ev çi namzetên serbixwe bin, çi jî sendîkayên siyasî bin, dikarin dest bi propagandayê bikin."

Rûken Mela Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de wiha got; "Wê navên namzetan li hemû navendên komîseriya hilbijartinan ve werin daliqandin, di haman demê de wê ev nav li navendên wan ên giştî jî hebin."