Velî Îsa: Hêviya me gelê me ye

Şêniyekî ji Dirbêsiyê Îbrahîm Velî Îsa diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê warê xwe neterikîne û destnîşan kir, ku hêviya wan gelê wane.

Şêniyên Rojava bi biryardarî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk radiwestin.

Şêniyê ji Dirbesiyê Îbrahîm Velî Îsa got, "Ji roja destpêkê heta niha min biryar wergirtiye ku dest ji welatê xwe bernedim. Me zanîbû ku di destpêkê de Emerîka li berjewendiyên xwe digere, me zanîbû ku bi taybetî Trump mirovekî bazirgane, kî pereyan zêde bide wê ber bi aliyê wî ve biçe. Hêviya me miletê me ye, ne tiştekî cuda ye. Astengî çêbibin jî divê em dest ji xaka xwe bernedin. Bang li hemû gelên Sûriyeyê dikim ku li gel me li dijî sûcên giran ên dewleta Tirk têbikoşin."