Veguhastina ji Baxozê dewam dike

Li Baxozê, di nava 4 rojên dawî de nêzî 9 hezar DAÎŞ'î û malbatên wan hatin veguhastin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), DAÎŞ'î û malbatên wan ên li Baxozê mane her vediguhezînin. Ji êvara 4'ê Adarê ve nêzî 9 hezar kes ji gund hatine derxistin.

Ji bo veguhastina sivîlên li herêmê mane, her wiha malbatên DAÎŞ'iyan û DAÎŞ'iyên qebûl kirin ku teslîm bibin, QSD'ê 9'ê Sibatê navber da operasyonan û dest bi karê veguhastinê kir.

Ji 9'ê Sibatê heta 1'ê Adarê zêdeyî 10 hezar kes ji herêmê hatin derxistin. Di nava çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan de yên qebûl nekirin teslîm bibin, gelek biyanî hebûn.

Ji ber vê biryara DAÎŞ'iyan, şervanên QSD'ê 1'ê Adarê saet 18'an ji sê baskan ve li herêmê dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de ku şerekî giran qewimî, ji bo çeteyên ku piştre qebûl kirin teslîm bibin, baskekî operasyonê hate rawestandin û korîdoreke veguhastinê hate vekirin.

Ji êvara 4'ê Adarê ve nêzî 9 hezar DAÎŞ'î ji vê korîdorê derketin û hatin veguhastin. Piraniya kesên hatin veguhastin biyanî ne.

Yên ku ji korîdorê tên derbaskirin, destpêkê li nuqteyên kontrolê tên kontrolkirin, piştre jî pêwîstiya xwarin, vexwarin û tenduristiyê ji wan re tên dayin û dûre bi wesayitan ji herêma şer tên derxistin.