Topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir, Girê Spî û Minbicê yên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir, Girê Spî û Minbicê yên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan gundên Um El Kêf, Til Cuma, Tewîle, Gozeliyê û Til Şenan ên Til Temirê topbaran kirin.
Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Erîda, Zenûbiya û Evdiko Biçûk ên Girê Spî û gundê Hoşan ê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran dikin. Di heman demê de derdora rêya M4 jî hate bombekirin.
Her wiha gundên Yalinlî û Seyade yên Minbicê jî ji baregehên xwe yên li gundê Şêx Nasir topbarankirin. Bi giştî 19 topên hawanê li her du gundan ketin.
Li gorî agahiyên ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parve kirine, 14 hawan li gundê Seyade û 5 jî li gundê Yalinlî ketine.
Bomberdûman berdewam dikin.