‘Tirkiye sûcên DAÎŞ’ê didomîne’
Jinên encamên saziyên olî ya Herêma Cizîrê bal kişandin ku dewleta Tirk sûcên DAÎŞ’ê kirîn didomîne.
Jinên encamên saziyên olî ya Herêma Cizîrê bal kişandin ku dewleta Tirk sûcên DAÎŞ’ê kirîn didomîne.
Bi dehan endamên Saziya Olî ya Jinan, Weqfa Jinên Azad û Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo kom bûn û bi nêzîkbûya salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Serêknaiyê û Girê Spî daxuyanî da.
Jinan wêneyên sekretera giştî ya Partiya Pêşeroj ya Sûriyê Hevrîn Xelef a ku di 12`ê Cotmehê de li ser rêya M4 ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve hate qetilkirin, hildan.
Rêvebera Saziya Olî ya herêma Cizîrê Emîra El-Izo daxuyanî xwend. Emîra êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin. Her wiha diyar kir ku sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, berdewama sûcên çeteyên DAÎŞ`ê ne yên ku nikarîn nasnameya Kurd qir bikin.
Emîra bang li tevahiya gelan kir ku serî li hemberî dewleta Tirk a dagirker hildin û soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê li dijî teror û faşîzmê da.
Her wiha Emîra bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlehiyê û hêzên cîhanê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê û mirovahiyê helwest nîşan bidin.
Emîra da xuyakirin ku rejîma Tirk di êrişên xwe de yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî rastiya niyatên wê ji bo temamkirina projeya DAÎŞ`ê ya qirkirina gelên azad bi taybet civaka Êzidî eşkere kirin.
Emîra di dawiyê de banga piştgiriyê bi şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî û doza gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji axa Sûriyê kir.