Li dû Kelly Freygang

Sosyalîzm ji bo te teoriyeke utopîk a paşerojê nebû; tiştekî welê bû ku diviyabû em niha û li vir bijîn. Te her tim hewl da xwe nêzî armanca kesayetiya milîtan û sosyalîst bike.

KELLY FREYGANG

Şoreşgera enternasyonalîst a mezin Tîjda Zagros (Kelly Freygang) 29'ê Nîsana 2025'an di êrîşa dewleta Tirk de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê şehîd bû. Hevrêya Kelly Freygang ji ANF'ê re li ser Freygang nivîsî:

Ez nizanim ji ku derê dest bi nivîsandina li ser te bikim Kelly, hevala Dîcle, şehîd Tîjda? Dema ku min şehadeta te bihîst, destpêkê min bawer nekir, yan jî nexwest bawer bikim. Bi taybetî di vê qonaxa têkoşînê de. Ji her demê bêhtir wezîfeyên mezin li pêşiya me ye, em bi wan zor û zehmetiyan re rû bi rû ne kku rêxistiniya enternasyonalîst, sosyalîzma civaka demokratîk bigihînin cîhanê. Ne tenê li çiyê, weke gerîlayeke modernîteya demokratîk ne tenê bi pêşengiya leşkerî, diviyabû bi pêşengiya karên enternasyonalîst di nava pratîkê de bûya. Di wî karî de jî te dikarîbû bandoreke mezin bikira, lê belê zanim ku te ti carî nedixwest ji çiyê cuda bibe. Ma kî vê dixwaze?

TE BANDOR LI HEMÛ HEVRÊYAN KIRIBÛ

Hevdîtina me ya dawî ya li çiyê tê bîra min. Tu dikeniya û bi enerjiyê tijî bû, aûrayeke te hebû, weke ku tu gihîştiye xeyalên xwe. Piştre ji bo bibe şervaneke gerîla û xwe bi pêş ve bibe, te israr kir ku li wir bimîne, te her tim dixwest ber bi pêş ve gavê biavêje ji bo bibe hevrêyeke bedew. Şensê min nebû ku te careke din bibînim, em bi hev re biaxivin. Hevalên ji gel te hat, agahî dan ku tu li ku derê ye, di sohbetan de timî navê te derbas dibû, ji ber ku te bandoreke mezin li hemû hevrêyên li wê derê kiribû, ji aliyê her kesî ve dihate hezkirin.

ROJÊN LI STENBOLÊ

Havîna 2014'an bû, li ber pêlên deryayê em li kêleka Tengava Stenbolê rûniştî bûn. Ji bo li derveyî welat sometrekê derbas bike tu hatibû Stenbolê, lê belê ji bilî çend dersên ji neçarî yên li zanîngehê, te dema xwe li pey hêviyên azadiyê derbas dikir. Bi beden li wir bû, lê ji aliyê fikir û ruh ve timî tu li pey xeyalên xwe bû. Di nava van şert û mercan de çawa dikarîbû li ser dersan bisekine? Berxwedana bi lehengî ya li Kobanê nedihişt DAÎŞ vê şoreşê bifetisîne. Kobanê gelekî dûr bû, lê di heman demê de bi saya xwepêşandan, çalakiyên şermezarkirinê û mîtîngên li Stenbolê gelekî nêzîk bû. Ji bo tevlî van çalakiyan bibin, hevrêyan nas bikin û Tevgera Azadiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas bikin, em bi saetan di trafîka bajêr de diman. Têkildarî wê demê bi hezaran bîranîn hene, dibe ku ya herî zêde bandor kir 8'ê Adarê bû. Dema ku ji xwepêşandanê vegeriya çavên te mîna agir bû, dihate dîtin ku tu ji hêza jinê gelekî bi bandor bû. Eşkere bû ku tu yê di demeke nêz de bibûya xwedî vê hêzê û pêşengî bikira.

LI HAMBÛRGÊ KARÊN CIWANAN

Piştî demekê bi hevalên din ên jin re tu çû Amarayê, mala Rêber Apo, di nava vê demê de manîfestoyên wî bi baldarieyke mezin lêkolîn kir û nîqaş kir. Ji ber vê yekê piştî ku li Elmanyayê vegeriya, te hîn bêhtir giranî da ser karên ciwanan. Piştî civîna mezin a destpêkê, tê bîra min ku te ji min re qalê kir bê çawa ji aliyê hevrêyên xwe yên Kurd ve bi germî hate pêşwazîkirin. Ya ku ji bo te girîng bû û te tevlî nava têkoşînê kir teorî nebû, civakîbûn bû. Di demeke gelekî kurt de tu bû yek ji hêmanên bingehîn ên karê li Hambûrgê û di gelek çalakiyên mezin de alîkarî û pêşniyarên xwe kir.

LÊGERÎNA TE HÎN KÛR BÛ

Tevlîbûna li karên ciwanan, lidarxistina çend çalakiyan ji bo te têrê nedikir. Lêgerîna te, hesreta te hîn kûr bû. Tu li dora pirsa, 'em çawa dikarin jiyaneke şoreşgerî, sosyalîst bimeşînin' tevdigeriya. Sosyalîzm ji bo te teoriyeke utopîk a paşerojê nebû; tiştekî welê bû ku diviyabû em niha û li vir bijîn. Te her tim hewl da xwe nêzî armanca kesayetiya milîtan û sosyalîst bike. Dawiya dawî sala 2017'an tu tevlî nava Tevgera Azadiyê bû. Destpêkê bi kesayetiya xwe ya ji enerjiyeke bê dawî bi navê Dîcle te dixwest taybetmendiyên sîstema kapîtalîst ên kesayetiya xwe weke ava Dîcleyê bişo.

TU BI COŞA ÇALAKIYÊ BÛ

Beriya ku tevlî nava refên şoreşê bibe jî xwedî helwesteke radîkal bû, lê di nava Tevgera Azadiyê de te li hemberî kêmasiyên kesayetiya xwe têkoşîn meşand. Tu bi coşa çalakiyê bû, her tim dixwest xwe nêzî kesayetiyeke sosyalîst, armanca xwe ya ji kesayetiyeke milîtan bike. Ji bo xwe û hevrêyên li dora xwe biguherîne her tim ked da. Di heman demê de bi kenê xwe yê ji dil timî dibû çavkaniya moralê.