Tirkiye El Qaîdeyiyan dişîne Ermenîstanê şer

Dewleta Tirk ji bo ku şerê Ermensîstanê bikin ji Idlibê çeteyên Partiya Îslamiya Tirkîstanê ya bi ser El Qaîde ve dişîne Azerbaycanê.

Çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkîstanê ku DYE, Rûsya, Çîn, Qezakîstan, Kirgizîstan û Sûriye weke rêxistinina terorê dibînin û dewleta Tirk jî Tebaxa 2017'an weke rêxistina terorê qebûl kirî, bi destê dewlta Tirk dişînine Azerbaycanê.

BERIYA KU BIÇIN BI MÎT'Ê RE CIVÎN DANÎN

Komeke ji 75 kesan pêk hatî yên ji Tûgaya Muntasir Bîllah ku di nav ''Artêşa Millî'' ya koalîsyona çeteyan a di kontrola Tirkiyê de ye, 28'ê Îlonê şandine Dîlokê û ji wir şandin Azerbaycanê. Jêderan gotin kom di ser gundê Havar Kilîs a Ezazê re şandine Dîlokê, beriya ku derbasî Dîlokê bikin jî MÎT'ê û fermandarên 'Artêşa Millî'' civîn kirine.

Di ser gundê El Zenbaqî ya bajarokê Derkoş a Idlibê re jî komeke cîhadî ya ji 200 kesî pêk hatî ya koma Partiya Îslamî ya Tirkîstanê jî 29'ê Îlonê ji bo şerê Azerbaycan-Ermenîstanê şandin Hatayê.

Li herêma Derkoşê ya li nêzî sînorê irkiyê komên Heyet Tahrîr Şam û Partiya Îslamî ya Tirkîstanê hene.  Jêderan gotin koma Heyet Tahrîr Şam ya El Qaîdeyî kom dîtiye, piştre bi fermana ku ji jor ji wan re hatiye destûr dane ku derbas bibin.

SOHR'Ê GOTT 850, ERMENÎSTANÊ JÎ GOT 4 HEZAR ÇETE ŞANDINE

Sefîrê Ermenîstanê yê Moskowê gotibû 28'ê Îlonê Tirkiyê ji bakurê Sûriyê 4 hezar çete şandine Azerbaycanê.

Li gorî SOHR'ê (Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê) Tirkiye 30'ê Îlonê 850 çete şandine Azerbaycanê.

DI ROJEVA DEWLETAN DE YE JÎ

Berdevaka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê jî diyar kir derheqê nûçeyên  ku radigihînin ji Bakurê Sûriyê çeteyan dişînin Qerebaxa Jor ew bifikar in, di dest wan de agahî hene ku milîtanên kirêkirî yên ku li Rojihilata Navîn şer kirine şandina Qerebaxa Jor.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov jî li gorî rojnameya Spûtnîkê, dema ku bi Wezîrê Karê Derve yê Tirk re axivî gotiye, ''Nayê qebûlkirin ku komên çekdar ên der yasayî ji bo şer bişînin Qerebaxa Jor.''

Serokkomarê Fransayê Emmaneul Macron jî beriya civîna lîderan a Yekîtiya Ewropayê têkilî mijarê axivî û got, ''Li gorî agahiyên teqezkirî yên di dest me de, şervanên ji Sûriyê yên komên cîhadî di ser Dîlokê re ji bo ku tevlî eniya Qerebaxê bibin bi rê ketine. Ev geşedaneke nû ya pir mezin e ku wê encaman biguherîne. Çend saetên pêş me em ê li Konseya Ewropayê biaxivin.''