Til Temirî: Êrişên dewleta Tirk berdewama êrişên DAIŞ'ê ne

Pêkhateyên Til Temirê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û gotin ew êriş berdewama êrişên DAIŞ`ê ne û divê civata navneteweyî destwerdanê li Tirkiyê bike.

Îro şêniyên navçeya Til Temirê û pêkhateyên wê, nûnerên Meclisa Gelê Asûrî û partiyên siyasî li Çerxerêya Kehrebeyê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên li ser gundewarên navçeya Til Temirê û gundewarên Asûriyan, daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê serokê Meclisa Gelê Asûrî ya herêma Cizîrê Ilyas Enter Ilyas ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em pêkhateyên herêma Til Temirê yên Asûr, Kurd û Ereb êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Temirê û gundên Asûran şermezar dikin. Dewleta Tirk di êrişên xwe de hemû çekên giran bi kar anîn ku DAIŞ`ê û rêxistinên terorîst nikarîbûn îradeya gelên herêmê, têk bibin û ji ber wê niha dewleta Tirk bi vê rolê radibe û dixwaze senaryoya DAIŞ`ê dewam bike.

Em hemû pêkhateyên herêmê destekê didin hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Hêzên Parastina Xabûrê û Meclisa Leşkerî ya Suryan ên li hemû eniyan. Em bang li hemû dewletên pêwendîdar dikin ku doza li Sûriyê bi giştî çareser bikin. Nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lez destwerdanê bikin û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin û bi rola xwe ya mirovî û exlaqî rabin û vê aloziyê çareser bikin.

Em ê Ii ser xaka pêşiyên xwe li ber xwe bidin û dev ji bihostekê xaka xwe jî bernadin."