Tevî her tiştî Berxwedan-3

Her ku ambargo dirêj kir bêguman pirsgirêkên giran ên tendirustî jî bi xwe re peyda kir. Bi taybet ji ber rêgirtinê êdî zarok mirin. Pirsgirêkên jin, zarok zêdebûn. Dîsa şewba Koronayê bandorekî pir mezin li penaberên Mexmûrê kir.

Di vê beşê de em ê cih bidin pirsgirêkên tendirustî, jiyana jin û zarokan, bi wê ve girêdayî xebatên komîteya tendirustî ya tevî derfetên herî kêm berxwedanek mezin kir. Dîsa çalakiyên jinan û bandora ku li ser jiyana jin û zarokan kirî, binirxînin.

Her ku ambargo dirêj kir, weke her warên din di warê jiyanê de jî aloziyên mezin derketin. Ji xwe jiyan û debara gel piranî li ser karkeriyê ye. Her ku astengî û zext hatin şidandin, di warê jiyanê de jî tengijînên mezin derketin.

MEXMÛR DIKEVE HERÊMEKE BI NAKOK, NE LI SER LIHEVKIRÎ

Bi taybet di qada tendirustî de pirsgirêkên pir cidî derketin. Heta dayikên du canî zarokên wan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber cihê erdnîgarî û dîsa wek herêm Mexmûr tim di rojeva hikûmeta Herêma Kurdistan û dîsa Iraqê de bû. Cihekî pir bi nakok bû û di her fersendê de aloziyên mezin derdikevin. Ev jî raste rast bandorê li penberên Mexmûrê dikin. Mirov dikare bêje dibe qurbanê siyaset û berjewnediyên herêmê.

NEXWEŞXANE DI BIN RÊVEBERIYA IRAQÊ DE, JI BO PENABERAN NE DIBÛ BERSIV

Ji ber van nakokiyan, di warê tendirustî de tim pirsgirêk derketine. Nexweşxaneya di bin rêveberiya Iraqê de bi qasî pêwîst nekariye ji bo tendirustiya Mexmûrê bibe bersiv. Dîsa avhewa û mercê jiyanê jî kiriye ku tim nexweşiyên kronîk û dubare yên demsalî li vê herêmê peyda bibin. Dema em rêjeya jin û kesên bi temen jî li ber çavan bigirin, bi xwezayî di warê tendirustiyê de tim pirsgirêk derdikevin.

QANÛNÊN MIROVÎ HATIN BINPÊKIRIN

Di rewşeke wiha de danîna ambargoyê, tê wateya ku nexweşên giran ên kronîk terkî mirinê bên kirin. Bi gava yekem re yên herî zêde ji vê bandor bûn, nexweşên giran ên kronîk û pêwîstî bi kontrolên rûtîn hebûn, bûn. Ji bo vê di vê mijarê de hem Iraqê û hem jî rêveberiya Başûrê Kurdistanê kete ber tewanekî giran. Rêgirî li nexweşan hatin kirin, rê nedan ku dayikên ducanî bên şandina nexweşxaneyê.

JI BER RÊ GIRTINÊ PITIK MIRIN

Her ku çû, nexweş zêde bûn, pêwîstiyên derman û dîsa tedawîkirinê qediyan û ev jî bû sedem ku mirin pêk bên. Ji ber rêgiriya li bendên kontrolê yên Asayîşa PDK’ê dayikan zarokên xwe winda kirin. Di roja 17’an a ambargoyê de ango 3’yê Tebaxa 2019’an dayika Zeyneb Ehmed ya ducanî dema xwest biçe nexweşxaneyê, rê hate girtin û zaroka xwe winda kir. Dîsa berî wê Fatma Kara ji ber bi saetan a rêgirtina wê ya li benda kontrolê jî zaroka xwe ji dest da. Ji ber rêgirtinê herî kêm 5 pitik mirin.

KIRYARÊN RÛMETÊ DIŞKÎNIN Û HEQARET KIRIN

Rêgirtin ne bes bûn, ji bo rûmeta mirovan bişkînin, qaşo doxtorek anîn li benda kontrolê danîn ku kesên nexweş kontrol bike ango ew doxtor destûr nede û pê qayîl nebe ku nexweşe, wê bihata zivirandin. Dîsa li gel vê yekê li bendên kontrolê heqaret li nexweş û kesên ji bo biçin nexweşxanê hatibûn sekinandin kirin. Nêzîkatiya ne mirovî û dijminane hatin raberkirin. Ji bo nexweşek bê derbaskirina bajarên Başûrê Kurdistanê, bi hêvî û li ser daxwaza qeymeqamê navçeya Mexmûrê ku ew jî eger bixwesta pêk dihat. Dîsa heta ku nexweş rewşa wî/ê pir giran dibû û dikete halê mirinê rê dihate dayîn.

BELAYA CÎHANÊ; COVÎD-19

Bi belavbûna vîrûsa Koronayê (Covîd-19) re ya li herêma Kurdistan û Iraqê kir ku jiyanê li penaberên Mexmûrê hê zêdetir bitevizîne. Ji ber pêvajoyek dirêj a ambargoyê û dîsa nebûna derman û pêdawîstiyên xwe parastina ji vê kir ku metirsiyek mezin li ser welatiyên Mexmûrê pêk bê. Tevî komîteya Tendirustiyê ya Wargeha Mexmûrê banga alîkarî ji Iraq, NY û Başûrê Kurdistanê kir jî, lê kesê xwe neda ber ev erka mirovî. Penaber terkî mirinê hatin kirin.

BI DERFETÊN KÊM LI HEMBERÎ KORONA YA KU CÎHAN LÊ MAYE HEYIRÎ, LI BER XWE DAN

Tevî her tiştî Komîteya Tenduristiyê bi derfetên xwe yên derman ên pir sînordar bi hemû awayî ketin seferberiyê û bi kontrolên tendirustî û di warê paqijî û xweparastina vê li nava wargehê dest bi semîner û kontrolan kirin. Bi derbasbûna demê re karantîna hatin danîn û welatiyên ji derve hatin li gorî standartên cîhanî 14 rojan hatin karantînekirin û sîstematîk kontrolên wan hatin kirin.

LEZGÎN ALÎKARIYÊN TIBÎ PÊWÎST IN

Di roja îro de jî ev pirsgirêkên tendirustî bi hemû giraniya xwe dewam dike. Nexweşên kronîk zêde bûne. Di warê derman de astengî û taybet di warê dermanên rojane de pêwîstiyên lezgîn hene. Bi taybet di mijara nexweşên penceşêr, şekir, tansyon û kronîk de bi lezgîn alîkariyên tibî lazim in.

‘DI QONAXEKÎ PIR ZEHMET DE DIJÎN’

Doktor Medya di derbarê ambargoya 10 mehên borî, vîrûsa Korona û bandoriyên wê yên li ser şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji ANF’ê re nirxand. Medya bal kişand ku di nava van 10 mehan de ji gelek aliyan ve zorî û zehmetî jiyan dikin û got: Li aliyekê ambargo, aliyekê vîrûsa Korona û li aliyê din jî êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û DAÎŞ’ê ve tên kirin hene.”

‘RÊGIRTIN BÛ SEDEMA MIRINAN’

Medya diyar kir ku di dema ambargoyê de nexweşî zêde bûne û got: “Bi danîna ambargoyê ya ji aliyê PDK’ê ve gelek nexweşên ku nexweşiyên dil, kanser, şekir, tansiyon, apandîs heyîn, jinên dûcanî û birindarên erîşan nekarîn biçin nexweşxanê yan jî bi zanabûn ambûlans ne dişandin û direng dihiştin ku rewşa wan giran bibe. Bi seatan li ber seyterê dihiştin û derbaz nedikirin. Ev dibû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.”

‘ME Bİ DERFETÊN KÊM ANGO KARANTÎNAYÊ TÊKOŞÎN KİR Û HÊ JÎ DİKİN’

Dr. Medya bal kişand ser nexweşiya Korona û derfetên wan ên li djiî wê rawestin û wiha pêde çû: “Bi derketina vîrûsa Koronayê re ji ber derfetên me nebûn ku em test bikin, em mecbûr diman ku hemû kesên ku nîşaneyên herî biçûk yên kuxik, germahî û ta jî lê heyîn bixin karantînayê. Li hemû cihan kesên ku vîrûs lê heyî tên karantîne kirin, lê me ji ber bê derfetiyan herkes karantîna kir. Karantîna kirina gelek kesan jî bi xwe re mesrefek gelek mezin anî. Ji bo pêşî lêgirtina vîrûsê me dest bi dayîna semîneran kir û mal bi mal belavok belav kirin. Nêzî ketina Wargehê me xalek ya kontrol kirinê ava kir û ekîbek ya doktoran li wir kesên ji derve dihatin kontrol kirin. Ji bo cihê karantinayê me 6 dibistan vekirin û bi ekîbek 20 kesî me dest bi kar kir. Bi qasî 512 kes ji karantinayê re derbas bûn. Di pêvajoya vîrûsa Koronayê de cihên giştî yên wek dibistan, mizgeft, kafeterya û qehwexane hatin girtin. Çûyîna taziye û meş hatin qedexe kirin. Herî dawî ji Rojava ji me re test hatin, em sipasiya wan dikin. Tenê kesek hebû ku guman li ser hebû, ew jî testên wê hatin çêkirin û negatif derket. Me wek Wargeh em ji vê vîrûsê serkeftî derketin, lê hîna tehlîke heye. Ji ber ku hîna li deverên nêzîkî me û hemû cîhanê berdewame.”

Dr. Medya herî dawî anî ziman ku di warê derman de pir pirsgirêkên wan derketin û nikarin gelek nexweşên kronîk derman bikin û dermanên wan peyda bikin. Dr. Medya bang kir ku destê alîkariyê di warê derman de bigihînin wan.

JIN PÊŞENGÊN BERXWEDANÊ BÛN

Di vê pêvajoyê de roleke girîng a jinan û têkoşîna jinan heye. Jin bi berxwedaneke mezin rabûn û li her qadên jiyanê têkoşiyan. Jinên ku xwe di bin sîwana Meclîsa Îştar de bi rêxistin kirine, li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtin. Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û bi taybetî Başûrê Kurdistanê têkoşiyan.

JINAN BI ÇALAKIYÊN CIHÊ BÛN HÊVÎ

Her wiha di têkoşîna li dijî ambargoyê û dorpêçê de bi çalakiyên xwe yên xweser nehiştin ku eniya berxwedanê sar bibe. Yek ji çakakiya jinan a herî bi bandor, çalakiya dayikên aştiyê û laçik spî ya li benda kontrolê ya PDK’ê bû ku 1’ê Îlonê destpê kir û bê navber heta 27’ê Îlonê dewam kir. Tevî hemû êrîş û heqaretan jî dayikan têkoşînek kir û ji welatiyên Mexmûrê re bûn çavkaniya xweragiriyê. Her wiha dayika Fatma Îzer ku zaroka wê ya astengdar pir giran nexweş bû, dema xwestin ji bo kontrolên rûtîn wê rakin nexweşxaneyê, ji ber rêgirtin û direng gihiştina nexwşexaneyê û dîsa nêzîkatiya doxtoran a xemsar li nexweşxaneyê rehmet kir.

BARÊ JIYANÊ YÊ JIN-DAYIKÊ ZEHMETTIR BÛ

Li gel vê di warê jiyanê de jî zehemtiye zêdetir li ser jin û dayikan pêk hatin. Yek ji mexdûrên vê jin û zarok bûn. Ji ber ku mirov nikare jin û zarok ji hev qut bike. Di vê pêvajoyê de mixabin weke ku me li jor jî anî ziman bi kêmanî 5 dayikan zarokên xwe yên ku hê nehatî dinê ji ber nêzîkatiya bê exlaqî ya asayîşa PDK’ê ji dest dan. Ev bi xwe jî binpêkirinekî exlaqî ya dermirovî ye. Her wiha di warê jiyan û xwedîkirina zarokan de jî zehmetiyek mezintir li ser milê jin-dayikê hebû.

Tevî her tiştî jî dîsa dayik li ber her cûre alozî û zehmetiyan erka xwe pêk anî û li ber xwe da. Çawa ku di pêvajoyên berê de bi erk û mîsyon bû, îro jî bi heman erk û mîsyonê ji her çalakî û xebatê re pêşengtî dike.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn derbarê pisrgirêkên jin û zarokan ya di pevajoya ambargoyê de wiha anî ziman: “Tevahî cîhan dizane di meha 7’an a 2019’an de ji aliyê Hikûmeta Herêmê, bi taybet ji aliyê hêzên PDK ve ambargoyek li ser Wargeha Mexmûr hat danîn.”

BANDOREKÎ MEZIN LI JIN Û ZAROKAN KIR

Sezgîn anî ziman ku di warê jiyanê de herî zêde yên ji vê bandor bûyîn jin û zarok in û got: “Piştî vê ambargoyê bi sedan jin bê kar man. Ji ber jinên wargehê ji bo debara jiyana xwe li Hewlêrê kar dikirin. Di vê ambargoyê de zarok û jin di aliyê aborî, derûnî û civakî de zêde bandor bûn. Ji ber ku beriya ambargoyê rojane 700 jin diçûn kar.”

‘ZAROK MIRIN’

Sezgîn anî ziman ku di vê qonaxa ambargoyê de ku hê jî dewam dike, di warê tendirustî de jî bandor li jinê kir û wiha pêde çû: “5 zarokên ku hîna ji dayik nebûbûn ji ber dereng mayînê, jiyana xwe ji dest dan. Dîsa zarokeke 6 mehî ji ber dereng birin nexweşxaneya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Dîsa Xebatkarekî şaredariyê ji ber tumûra di serê xwe de û direng birina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hemwext li Hewlêrê di encama kriza dil de welatiyekî me jiyana xwe ji dest da. Malbata wî kesî xwest biçe cenazê xwe bîne lê rojekê sax nehêlan biçin cenaze bînin. Herî dawî heftiyek berî niha dayîkek ducanî ku pêwîst bû bi lez derbazî nexweşxaneya Hewlêr biba, lê ji ber direngmanê du roj şunde ew zarok jî jiyana xwe ji dest da.”