Tevî her tiştî berxwedan -2

Gelê Mexmûrê ku dewleta Tirk bi salan e êrişê dibe ser wan, 10 meh in di nava dorpêçî û ambargoya PDK'ê de ye.

Em ê hewl bidin şert û mercên heyî yên dema ambargo ya di roja 310’an li ser Wargeha Mexmûrê hate ferzkirin çi bûn û çawa destpê kir. Dîsa bertekên gelê Mexmûrê, alîkarî û helwesta Neteweyên Yekbûyî û Iraqê bigirin dest.

Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an de rê li penaberên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê hatibû girtin. Heta niha jî hikumeta herêma Kurdistanê ti daxuyaniyeke fermî derbarê ka çima ambargo xistine ser Mexmûrê nedaye. Ev bû zêdetirî 10 meh in, penaber di bin şertên zehmet ên jiyanê û dîsa nexweşiya Koronayê re têdikoşe. 

AMBARGO PARÇEYEK KONSEPTA ŞER E

Ambargo li gorî plan û konsepta nû ya dagirkeriyê, Mexmûr jî tim beşek a planên wê ye. Em bînin bîra xwe kengê êrîşek li ser destketî û Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk hatiye, êrîş, zext û çewisandin bi hevkariya hinek aliyên Kurd Mexmûr jî para xwe ji vê digire. Ambargo û dorpêça bi destê PDK’ê ya li ser Mexmûrê parçeyek ji planên dagiker ên dijminên gelê Kurd e.

PLANÊN DAGIRKERÎ Û HEVKARIYÊ NE

Mirov dikare bêje, ti demê demekî asayî ku welatiyên Mexmûrê bikare aram li herêma Kurdistanê kar bike tine bû. Tim di bin çavdêrî û kontrolê de bû. Heta gelek carî ciwan û welatiyên Mexmûrê bi hincetê vala hatin destgîrkirin û hê jî niha hinek di zindanên PDK’ê de ne. Her demê PDK’ê zext li vî gelî kiriye.

'EM TESLÎM NABIN'

Di demeke wisa de ku êrîş li ser nirx û destketiyên gelê Kurd dihate kirin, bi hincetê bê bingeh û vala danîna ambargoyê ya li ser Wargehek penaber û dîsa weke semboleke ya berxwedanê tê pênasekirin, tê wateya piştgirîkirina dijmin û alîgiriya wê. Vî gelî ti demê li ber hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî Iraqê ranebûye û heta di dema DAÎŞ’ê de herêm rizgar kiriye. 

Bi vê ambargoyê xwestin ku mîna berê zextê bikin, teslîm bigirin û dîsa vala bikin. Yek ji rêbazên dagirkeran ew e ku êrîş bike, parçe bike û rêve bibe. Dema ku vê nekirin, dixwazin bi vê wargehê bidin valakirin û gel bixin rewşa tengav. Lê heta îro em dibînin tevî her şert û mercî berxwedan dewam dike. Bi awayekî eşkere gel vê dibêje; 'Çi dibe bila bibe em teslîm nabin'.

ÇALAKIYÊN XURT ÊN GEL 

Dayikên Aştî û laçik spî yên Mexmûrê ji bo dawî li ambargoyê bînin 1’ê Îlona 2019 li ber benda kontrolê dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya wan 27 rojan dom kir. 

26’ê Îlona 2019 gel bi girseyî xwestin biçin benda kontorlê hem dorpêç û ambargoyê şermezar bikin hem jî armanca girtina rê fêr bibin. Meşek girseyî kirin.

28’ê Îlona 2019 dîsa gelê mexmûrê meş kirin, vê carê hêzên Iraqî pêşî girtin û rê nedan ku welatî biçin benda kontrolê ya PDK’ê. Li vir li ser soza navbeynkariya hêzên Iraqê ku wê bi mijarê ve têkildar bibin, gel dawî li meşa xwe anî.

Ji derveyî van çalakiyan jî, helwest û nêzîkatiya xwe di her platform û derfetê de bi peyam, axaftin, çalakî û daxuyaniyên hatine dayîn anîne ziman.

HELWESTA GEL A LI DIJÎ AMBARGOYÊ ZELAL BÛ; QEBÛL NAKIN

Di serî de gelê Mexmûr û taybet Komîteya Têkiliyên Karê Derve bi hevdîtinên cihê yên çi mafê mirovan dibe, dîsa saziyên girêdayî NY’yê û her wiha cihên girêdayî PDK’ê ango muxatabê mijarê re dest bi hevdîtinan kirin ku bizanin bê ka çima ambargo û dorpêçek hate ferzkirin.

SAZIYÊN HEVDÎTIN PÊRE HATIN KIRIN

Di vê çarçvoeyê de sazî û kesayetên ku têkildarî mijarê hevdîtin pêre hatin kirin hinek ji wan navê wan ev in:  

Bi Parlementerê Herêma Kurdistanê ya Komeleya Îslamî Soran Omer, Parlementerê Nifşê Nû Mem Bûrhan û Parlementerê Tevgera Goran a Parlementoya Iraqê Kawa Mihemed û Parlementerê Yekgirtûya Îslamî yê Iraqê Dr. Mûsene Emîn civiyane. Bi endamê Saziya Xaça Sor a navneteweyî ya mafê mirovan a herêma Silêmanî Kiristîn Xan Selîber Ehmed re hevdîtin kirine. Dîsa bi endamê desteya rêveber a Sentera Girîngîdayîna Demokrasiyê ya Mafê Mirovan Awat Mehemûd Pîr Weysî re jî civiyane.

Komîteya Têkiliyên derve ku raporek li ser wargehê, êrîş, zext, ambargo û rewşa girtiyan amadekiribûn, pêşkêşî van hemû aliyan kirin. Her wiha bi zimanên cuda bi saziyên navnetewî, saziyên sivîl, Konseya Ewropa re şandine. Her wiha heyetê daxwaz ji parlemeterên Iraq û Kurdistanê kirine ku ji bo Wargeha Mexmûrê lêkolîn bikin heyetek bişînin herêmê.

SAZIYÊN ALÎKARÎ GIHANDIN

Di vê qonaxa giran a ambargo û dorpêçê de ku di gelek waran de pirsgirêk hatin jiyîn. Di rêjeyek pir kêm de alîkarî ji bo wargehê hatin dayîn. Bi taybet gelek caran jî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve rê li van alîkariyan hate girtin. Nimûneya vê jî saziya alîkariya mirovî ya Mam ku dixwest alîkarî bigihîne wargehê lê asayîşa PDK’ê ew asteng kir.

Navê saziyên ku vê qonaxê alîkarî kirin wiha ne: Saziya Mirovî ya bi navê Mam Humanitarian Foundation (MHF), Saziya Alîkariyê ya Îslamî û Jiyan a Ewropa û Vorso Îl Kurdistan.

HELWESTA KURDISTANÎ Û RÊXISTINAN

Di serî de gelê Kurdistan, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, saziyên mîna HDP, KCD, KCK, PYD û kesayetên mîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, sazî û rêxistinên Kurdistanî û derveyî welat ji bo dawî anîna vê ambargoyê bang kirin. Lê mixabin tevî hemû bangan jî PDK ji ya xwe nehate xwar û dawî li ambargoyê neanî.

NE NETEWEYÊN YEKBÛYÎ NE JÎ IRAQ ERKA XWE YA MIROVÎ PÊK NEANÎ

Di vê pêvajoya giran de di serî de Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê li ber berpirsyariyên mirovî erka xwe bi cih neaniye. Wargeha Penaberan a xwedî statûyeke penaberê siyasî ye, di serî de NY li ber hemû êrîşan bêdengî hilbijart û bi vê bêdengiyê ve êrîş weke rewa da nîşandan. Her wiha hikûmeta Iraqê jî ya ku weke cih wargeh di sînorê wê de ye, li dijî yekparetiya xaka xwe û êrîşên li ser penaberan jî deng nekir. Li dijî vê derneket. 

Beramberî vê rewşê hê jî Neteweyên Yekbûy, Hikûmeta Iraq û dîsa saziyên mafê mirovan û yên zaroka diparêzin, xwe li vê ker û lal kirine. 

Endamê Reveberî ya têkîliyên ji derve Bêwar Ûnver qala xebatên dema ambargoyê kir û dîsa hevdîtinên bi rayedar û saziyên mafê mirovan re hatin kirin nirxand.

‘DESTPÊKÊ BI HEMÛ RÊ Û RÊBAZÊN HEVDÎTINÊ HATIN QUTKIRIN’

Ûnver bal kişand ku ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve, li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ambargoyek giran kirî heye û got: “Me wek saziya tekiliyên ji derve, ji bo em sedema vê ambargoyê fam bikin û rêgiriya li ser wargehê bişkênin me xebat dane meşandin. Di destpêke de me xwest kesên ku rêgirî dikin re, niqaş bikin û sedema vê ambargoyê em fam bikin. Ji ber ku berê jî PDK’ê rê digirtin li ser me, lê dem kurt bû, yanî di heftiyek yan jî deh rojan de vedikirin. Pîştî rêgiriya vê dawiyê ji bo hevdîtinan hewildanên me çêbûn û li gel Walî û asayişê hevdîtin hatin çêkirin. Lê di destpêka ambargoyê de bersiva telefonên xwe nedan û têkiliyên xwe bi me re qut kirin.

‘HEVDÎTIN BI ALIYÊN BERPIRS RE HATIN KIRIN’

Lê ruxmê hemû astengiyan bi hinek saziyan re hevdîtinên me çêbûn . Me bi rêya hindek parlementeran xwest sedema vê ambargoyê fêr bibin. Li ser esasê wek pirsyar sedema vê ambargoyê çiye me nameyek ji PDK’ê re şand. Ruxmê ku ew name gihiştin destê hemû rayedaran jî, lê tu bersiva nameya me nehat. Asta wezarata navxweyî ya Iraqê bixwe, ji saziya mafê mirovan ya Iraqê û parlementoyê re name hate pêşkêş kirin. 

SAZIYA ÇAVDÊRIYA MAFÊ MIROVAN PDK MEHKÛM KIR

Lê mixabin PDK’ê nehêla ev mijar li parlementoyê bê nîqaşkirin. Me di vê ambargoyê de bê mafî û sucê ku tên kirin, dema parve dikirin, saziyan digotin ev hemû nêzîkatiyên siyasî ne. Ambargo û rê girtin ne tinê ji bo Hewlêrê derbasdar e, ji bo hemû herêma Kurdistanê derbasdar e. Saziya çavderiya mafê mirovan, raporek peşkêş kir û bal kişand li ser kiryar û binpê kirinên PDK’ê yên ku li hember wargehê dike. Di wê raporê de dibêje ku ‘nabe ji bo sedemekê 12 hezar mirov bên ceza kirin û ev yek şaş e.’ Hevdîtinên me yên çêbûne pir sînordar bûn.

Du hevdîtinên me li gel Wallî çêbûye. Wan bixwe erk û mîsyona wargehê ragihandin û bal kişandin li ser rê girtinê. Wek berpirsê Leqê hevdîtin li gel wan çêbû û gotin wek aliyê muxatab ne em in.

‘AMBARGO WATEYA HEVKARIYA BI TIRKIYEYÊ RE YE’ 

Sedema vê ambargoyê wek fermî nehatiye ragihandin. Di wan deh mehan de tiştên ku tên kirin, bi dewleta Tirk re hevkariyek ya xwe heye. Ev ambargo xizmetê dagirkeriya dewleta Tirk dike. 

‘SUC KIRINE, DIVÊ XWE BIDIN EFÛKIRIN’

Em bang dikin divê PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixwe derbikeve û vekirî bi bêje, me li beramberê Wargeha Mexmûr sûc kiriye û ev ambargo ne layiqê me ye. Ji ber ku ev yek di asta netewî de jî binpê kirin û biçûk xistina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Divê di demekê nêz de ev ambargo bê rakirin. Encex bi vê awayê xwe ji kêmaniyên xwe dikarin rizgar bikin.”