Tevî her tiştî jî Berxwedan -1

Welatiyên Bakurê Kurdistanê yên penaberî Mexmûrê bûne, tevî şert û mercên giran ên penaberiyê, her wiha êrîş, gef, girtin, kuştin, dorpêç û ambargoyê bi israr di meşa xwe ya azadiyê de çûne û li ber xwe dane.

Ev 309 roj in kampa Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di bin ambargo û dorpêçê de ye. Em ê pêvajoyên berê yên ambargo û dorpêça li ser gelê Mexmûrê di dosyayên xwe de bidin nîşandan.

Gelê penaber ê Bakurê Kurdistanê ku piranî ji Botanê ne bi dehan war li pey xwe hişt û timî bû hedefa êrîşan. Li dijî vê jî bûye mînaka gelê herî berxwedêr û serî hildayî. Dîrokeke dirêj a vî gelî heye ku bi qasî 25 salên penaberiyê li ber hemû êrîş û mercên xerab ên jiyanê serî hildaye, li ber xwe daye.

Em ê hewl bidin balê bikişînin ser vê berxwedana gelê Mexmûrê ya li dijî êrîş, dorpêç, girtin û pêvajoyên ambargoyê.

KOÇBERÎ JI SALÊN 90’Î DESTPÊ KIR

Planên neviyên Osmaniyan Tirkên îro ya dijî Kurdan bê navber dewam kiriye. Dewleta Tirk ji bo vê planê jî heta dawiyê bibe û bi encam bike, tim êrîşî Kurdan û welatparêzan kiriye. Yek jî van planên qirêj ên dagirkirinê salên 90’î li herêma Botan, Behdînan dest pê kirin. Di encama vê êrîşa berfireh de bi sedan gund hatin şewitandin û valakirin. Gelê Mexmûrê jî encama siyaseta vê ye.

WARGEHÊN LÊ BICIH BÛN

Pêla mezin a koçberiyê sala 1994’ê pêk hat û beşek ji gundiyan li bejahiya navçeya Zaxo ya girêdayî Duhokê bi cih bûn, beşek jî, li Şeraniş û Bihêrê yên girêdayî herêma Heftanînê bi cih bûn. Li vê herêmê welatî nêzî 2 mehan man.

Ev bû gava yekem a penaberiyê. Pey wê re sala 1995’an ev penaber li herêma Etrûş hatin bicihkirin. Li heman salê beşek welatî li Geliyê Qiyametê jî hatin bicihkirin. Di sala 1995’an de PDK’ê ambargo danî li ser wargehan û nehişt ku tiştên jiyanî derbasî wargehan bibin. Her wiha hatin û çûyîn qedexe kir. Di heman salê de hêzên girêdayî PDK’ê bi destek û daxwaza dewleta Tirk êrîşî her du wargehan kirin.

Sala 1997’an ji ber planên Tirk ên dagirker li dijî Tevgera Azadiya Kurd û dîsa hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk penaber li herêma Nînova bi cih bûn.

Li ser dijwarbûna êrîşan heman salê gel derbasî wargeha Nehdaran bû. Piştî du mehên dijwar ên jiyan û êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê gel ji vir jî koç kirin.

Bi vê re rêwîtiya gelê Botanê ya ji êş, jan, serhildan û berxwedanê tije sala 1998’an gihişte Mexmûrê.

ÊRÎŞ, GEF, AMBARGO Û DORPÊÇ TI DEMÊ BI DAWÎ NEBÛYE

Di vê pêvajoya koçberiyê de tim artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşî gelê penaber kiriye, zext lê kiriye, girtiye, êşknece kiriye û qetil kiriye. Ji vana jî a herî bi êş demê herî jiyan tengijî ambargoya li wargeha Etrûş bû. Bi qasî sê mehan ambargo li ser gel hate danîn û bi ti awayî alîkarî, ezraq û hatin û çûyîn hate girtin. Gel bi berû û darfêkiyên ku xwe bikaribana bigihandiba xwe dan jiyîn.

Mamoste Kendal Kara destnîşan kir ku êrîşên herî dijwar sala 1994’an pêk hat. Kendal Karan anî ziman piştî êrîşê 12’ê Nîsana 1994’an koçberiya Herêma Botanê destpê kir, li herêma Cûdî û Gabarrê ji meha Nîsanê heta meha Gulanê hemû gund hatin valakirin.

JI BO MAFÊ XWE KETIN GREVÊ

Mamoste Kara diyar kir ku gel destpêkê li herêma Zaxo ya Bihêrê nêzî 12 hezar kes bicih bûn. Kara bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya penaberan kir û got: “Meha 6 nêzî saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) komek bi qasî 50-60 kesan li wê derê  ji bo mafên xwe yên penaberiyê dest bi greva bîrçîbûnê kirin. Greva bîrçîbûnê 29 roj devam kir û grev bi serkeftî bi dawî bû.”

Kara daxuyakirin ku dewleta Tirk ew yek qebûl nekir û derdorê wargehê raste rast bombe baran kir. Kara diyar kir ku piştî êrîşê nîva şevê gel li Bêrsîvê bi cih bû. Kara anî ziman ku li ser têkiliyên bi NY’yê re Kampa Etrûş hate destnîşankirin. Kara got ku Mijdara 1994’an kamp weke du beş hate avakirin û bi vê dixwestin gel parçe bikin.

AMBARGO DANÎ Û ÊRÎŞ KIRIN

Mamoste Kara destnîşan kir ku her ku êrîş dijwar bûn û operasyonên dewleta Tirk a 1995’an ve gel neçar bû penaberî Başûr bibe. Kara bibîr xist ku êrîşên dewleta Tirk û dîsa hevkariya PDK’ê ya li dijî PKK’ê qonaxek nû ji bo penaberan anî û got: “Derdora kampê ji aliyê PDK’ê ve hat dorpeç kirin. Destpêkê dest danîn li ser lawiran û piştre şivanên wargehê qetil kirin. Ambargoyek bi qasî 3 mehan hat destpêkirin. Me meş kir li wê derê jinek hat şehîd xistin 6 jin jî hatin birindar kirin.”

BI BERXWEDANÊ SERKETIN

Kara bal kişand ku li dijî êrîş û zextên li ser wan diyar kir ku li herdu kampan dest bi greva birçbûnê hate kirin û ev çalakî jî bi qasî 15 rojan dom kir. Kara diyar kir ku ev jî bû sedem ku rêya hevdîtinê li gel Neteweyên Yekbûyî pêk bê û got: “Gava yekem a vê erzaq dan penaberan û gava din jî herdu kamp bûn yek.”