Tevgera Komunîst û Şoreşger: Berpirsên êrişa li Xiwêran dewleta Tirk e

Tevgera Komunîst û Şoreşger (TKŞ) derheqê êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya Hesekê ya li ser girtîgehê daxuyanî da û got, ''Berpirsên êrîşa Girtîgeha Xwêranê dewleta Tirk û hêzên navnetewî ne.''

Tevgera Komunîst û Şoreşger (TKŞ) derheqê êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li Hesekê li ser girtîgehê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''20’ê Çileyê di salvegera çaran a dagirkirina Efrînê de çeteyên DAÎŞ’ê li Hesekê êrîşeke berfireh birin ser hepsa li sanayiya Xwêran ku 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê tê de girtîne û hewil dan ku sûcdarên girtî birevînin. Ev çend roj in şer berdewam dike. Rewş di bin kontrola QSD û Asayişê de ye lê girîngiya xwe didomîne. Çeteyên DAÎŞ’ê li taxa Xwêran hatine dorpêçkirin.

Bêguman ev êrîş bi çeteyên DAÎŞ’ê tenê ne sînordar e. Ev êrîş di heman demê de bi siyaseta dewleta Tirk û hikûmeta Şamê ku ji destpêka Şoreşa Rojava de piştgiriyê didin çeteyan û bi siyaseta hêzên navnetewî ve girêdayî ye.''

Daxuyaniya TKŞ'ê bi berdewamî wiha ye:

''Çeteyên DAÎŞ’ê piştî ku di 2019’an de li Baxozê têk çûn, cara pêşî ye êrîşeke wiha berfireh û rêxistinî pêk anîn. Ev êrîş bi piştgiriya îstixbarata Tirk û hêzên Rejîmê ve hat birêxistinkirin. Di heman demê de Emerîka û Rûsyaya emperyalist ku bi hebûna xwe ya li Sûriyeyê, Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêîstikrariyê ava dikin ji van êrîşan berpirsiyar in. Bi sedan çeteyên ku êrîşî hepsê kirin ji Serê Kaniyê, Girê Spî û Iraqê hatine. Ev yek jî careke din nîşan dide ku ev êrîş ji hêla kîjan hêzan ve hatiye birêxistinkirin. Îro li vê herêmê hewildana ji nû ve xurtbûyina çeteyên DAÎŞ’ê ne tenê ji bo gelên Rojava ji bo hemû gelên herêmê xeteriyeke mezin e.

Xakên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 salan bi berxwedaneke canfedayî ji çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Lê di serî de dewleta Tirk û dijminên şoreşa me ji bo ku çeteyan ji nû ve zindî û birêxistin bikin her tiştê ku ji deste xwe hat kirin. Piştî ku DAÎŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şkenandin, dewleta Tirk bi pejirandina hêzên navnetewî û emperyalîst bi xwe daket qadê. Herî dawî êrîşa li ser hepsa Xwêran û êrîşên dijwar ên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê hemwext hatin rêxistinkirin. Hemû êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê yên li herêmê xizmeta vegerandina DAÎŞ’ê dikin. Armanca wan a esasî ew e ku li herêmê bêaramî, bêîstikrarî û tevlîheviyan derxînin û pergala Rêveberiya Xweser hilweşînin.

Gelên me yên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengtiya QSD û YPG-YPJ’ê de çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê binxistin îro jî wê çeteyan û alîgirên wan binbixin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku di van pevçûnên berdewam dikin de alîkariya hêzên me yên QSD û Asayişê bikin. Li her deverê li dijî Dewleta Tirk û hikumeta Şamê ku paşverû, dijminên gelên me û alîgirên çeteyên DAÎŞ’ê ne derkevin qadan û çalakiyan li dar bixin. Hêzên kedkar, şoreşger, demokrat û dijî faşîzmê yên cîhanê pêwîst e li hemberî van êrîşan li gel Şoreşa Rojava bisekinin û li dijî faşîstên ku dixwazin çeteyên DAÎŞ’ê vegerînin derkevin qadan.''