BI DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3'emîn li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3'emîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê bi dirûşmeya "Bi vejîna ciwanan em ê xwe rêxistin bikin û Rêber Apo Azad bikin" konferansa xwe ya 3'emîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar xist. Qada konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin xemilandin.

Di konferansê de ewilî Hevseroka Desteya Ciwanan û werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto axivî. Misto anî ziman ku ew ciwan wê timî şopdarên raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin û got: “Em konferansa xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dar dixin. Rêber Apo dibêje, ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biserkevin’. Ev ne tenê dirûşmeye vaye bi hezaran ciwan li ser vê xetê dimeşin. Em ê heta dawiyê li ser vê fikrê bimeşin û çalakiyan geş bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwandin û rewşa siyasî hat nirxandin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kontona Firatê Silava Nasan kar û xebatên ku di du salan de pêk hatî nirxand.

Piştre sînevîzyon li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kar û xebatên ku du salan hatiye kirin hat pêşkêşkirin.

Di dawiyê de nîqaş li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rol û misiyona ciwanan çi ye û divê çi bikin hat kirin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamnameya konferansê wiha ye:

  • Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tim di nava têkoşînê de bin.
  • Paradîgmaya Rêbertî bixin bingeha zanabûnê û pêşxistina kesayet û guhertina civakê.
  • Ji bo belavkirina firkrê Rêbertî perwerde, panel, semîner, komxebat û konferans bên lidarxistin.
  • Perwerde weke karê esasî ya bênavber were meşandin û herî kêm 10 dewreyên perwerdeyê bên vekirin.
  • Ji bo parastin û avabûna bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî pêşengtiyê bikin û bixin karê xwe yê sereke.
  • Bi armanca ku yek ciwan bê rêxistin nemîne hemû ciwan bi fikir û felsefeya Rêbertî bi rêxistin bikin.
  • Pêşengtiya avakirina sîstema neteweya demokratîk bikin, komîn û meclîsên ciwanan li her derê bi rêxistin bikin.
  • Komîteya parstinê li ser esasê stratêjiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û bi şîara mala xwe, taxa xwe, gelê xwe û welatê xwe biparêzin, birêxistin bikin.
  • Li hemberî hemû êrîşên şerê taybet weke fûhûş, madeyên hişbir, dizî, sîxurî, teknîk û jiyana xeyalî û şerê îdeolojî têkoşînek bê navber were meşandin.
  • Li hemberî hemû êrîşên dijmin; dewleta Tirk, Sûriyê, Îran û hemû hevkarên wan her di nava têkoşîneke radîkal de bin û haya hemû axa Sûriyê û giştî Kurdistanê rizgar bikin û ji bin dagirkeriyê xelas bikin, di nava şer û têkoşînê de bin.
  • Giranî bidin xebatên çand, huner û werzîşê.
  • Her sal Mîhrîcana Şehîd Bawer were berdewamkirin.
  • Xwendina parêznameyên Rêber Apo wêî karê me yê sereke be û wan li her derê belav bikin.
  • Pêşiya koçberî û bêkariyê bi pêşxistina koparatîvîn were girtin.