TEV-DEM: Li Efrînê em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

TEV-DEM, anî ziman ku dijminahiya Tirkiye ya li dijî Efrînê tê watay dijminahiya li tevahî Bakurê Sûriyeyê, bang li hêzên navneteweyî kir.

TEV-DEM’ê têkildarî dijminahiya dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê îro daxuyaniyek nivîskî da.

‘SERKÊŞÊ PLANAN DEWLETA TIRK DIKE’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

 “Ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê û pêkanîna sîstemeke civakî ya demokratîk ku têde mafê hemû Sûriyan, dadmendiya civakî azadî, ewlehî û aramî were parastin em li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê hewldanên mezin dikin.

Bi van hewldanan re hin hêzên ku dixwazin berê herêmê bidin cihekî din hene û li ser tecrûbeya niştîmanî ya Sûriyeyê komployekê çêbikin û li ser hesabê gelê Sûriyeyê pîlanên xwe pêk bînin.

Ev hêz bi xwe destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyeyê û derxistina şerê navxweyî de hebû û niha jî dixwazin welat ber bi parçebûnê bibin da ku karibin xewnên xwe bicih bînin.

Di serî de dewleta Tirk yek ji van hêzan e ku gelek pîlanan dike û têkiliya van pîlanên wê bi berjewendiyên gelê Sûriyeyê an jî bi çareseriyê ve tune ye.

Di dema dawiyê de di navbera Tirkiye û Îranê de gelek hevdîtin pêk hatin û ji bo dijminahiya li hemberî gelê me li hev kirine.

Nakokiyên Tirkiye û Îranê ji serdema Osmanî û Sefewiyan heta niha hene, lê tevî van nakokiyan jî, dîsa li hev dikin û dijminahiya gelê me dikin.

Ev yek asta komploya li dijî projeyên niştîmanî û demokratîk, her wiha projeya gelê me ya demokratîk li Rojava û Bakûrê sûriyeyê, nîşan dide.

Di hevdîtina dawî ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de, dewleta Tirk xwe li hemberî Rûsya û Îranê gelekî daxist da ku çavê xwe li kiryarên wê bigrin.

Piştî vê hevdîtinê balafirên keşfê yên artêşa Tirk derketin ser herêma Efrînê û li asîmanên herêmê firiyan. Ev yek tê wateya ragihandin şer li hemberî gelê me. Ev kiryar rêpîvan û yasayên navnetewî û Netewên Yekbûyî bin pê dikin. Dewleta Tirk bi hincetên derewîn dixwaze êrîşî gelê sivîl bike da ku pêşeroja gelan neyê avakirin û azad nebin.

‘WÊ MAŞA AZADIYÊ BIDOME’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê meşa azadiya ya gelan bidome û wiha got: “Wekî Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em dibêjin ku gelê me wê meşa xwe têkoşînê dewam bike, dawiyê li koka terorê bîne û civaka azad û demokratîk ava bike. Di heman demê de em bang li hêzên navnetewî û hêzên xwedî bandor di Sûriyeyê de dikin ku li hemberî kiryar û tehdîdên Tirkiye yên li ser herêmê, tişta pêwîst bikin.”

‘DIVÊ DEWLETA TIRK BÊ RAWESTANDIN’

Di dewama daxuyaniyê de ev bal hate kişandina ser van xisûsan:

“Gelê me li derê ku teror lê hebû, qehremaniyeke mezin kir û bi vîn û israra xwe ya şoreşgerî karîbû dîrokekê ava bike. Kobanê, Reqa û Şedadê mînakên zindî yên vê qehremiyê ne. Ev mînak nîşan didin ku em li ser rêya çareserî û aramiyê ya rast dimeşin. Wekî ku gelê me qehremanî li van herêman kiriye, wê herêmên xwe û destkeftiyên şoreşa xwe li Efrînê biparêze. Wê Efrîn bi vîna xurt û keçên xwqe bibe qubleya projeya demorkatîk û kevirgoşeya projeya Federaliya Demokratîk. Divê ji dijminahiya dewleta Tirk re li gorî qanûnên navnetewî sînorek were dayîn.

Eger Tirkiye li ser helwesta xwe bimîne, wê gelê me xwe biparêze û berxwedaniyê bike. Ev jî li gorî pîvan û yasayên cîhanê mafekî rewa ye. Pêwîste ku hêzên xwedî bandor piştgiriyê bidin projeya demokratîk a gelê me. Ev proje çareseriya niştîmanî ya Sûriyeyê ye. Divê hêzên navnetewî bêdeng nemînin. Ev dijminahiya li hemberî gelê me yê Efrînê dijminahiya li ser hemû Sûriyan û pêşeroja wan e.”