TEV-DEM'ê sersaxî ji malbata Şiblî re xwest
TEV-DEM'ê ji ber wefata Hecî Şiblî peyameke sersaxiyê weşand û bal kişand ser rola Hecî Şiblî ya di xurtkirina têkiliyên navbera pêkhateyên herêmê.
TEV-DEM'ê ji ber wefata Hecî Şiblî peyameke sersaxiyê weşand û bal kişand ser rola Hecî Şiblî ya di xurtkirina têkiliyên navbera pêkhateyên herêmê.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber wefata bavê şehîd Îsam û Ferhad Şiblî, Hecî Şiblî peyama sersaxiyê weşand.
Di peyamê de hate gotin: "Bi êş û xemgînî me agahiya wefata kesayetê welatparêz Hecî Şiblî bihîst. Hecî Şiblî xwedî dîrokeke dirêj di nava têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bû û ji kesayetên civakî yên nîştimanî ye, ji ber rola wî di xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêma Dêrikê de xurt bû. Hecî Şiblî bavê şehîd Îsam û şehîd Ferhad e.
Ji ber vê windahiya mezin, em sersaxiyê ji malbata welatparêz û tevahî pêkhateyan re dixwazin."