TEV-DEM'ê li dijî êrişên dewleta Tirk banga mezinkirina têkoşînê kir

TEV-DEM'ê li ser êrişa balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk de ya li dijî Kobanê daxuyaniyek da. TEV-DEM'ê li dijî dewleta Tirk a faşîst ji bo yekîtiyê û mezinkirina têkoşînê bang kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrişa hewayî ya doh a dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê, ku di encamê de du welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

TEV-DEM, di destpêkê de bal kişand ser sûcên domdar ên dewleta Tirk û got: "Tevgera zêde ya balafirên sixûrî yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Rojava di 24 saetan de, tevgera wan a rojane li xeta sînor diyar e ku bûye adetek li gel faşîzmê ku bomebebaran dike, wêran dike û qetil dike. Kengî bixwaze, bêyî cûdabûn cihên sivîlan an erebeyên wan û kesên tê de bomebebaran dike.

Tevahî bajarên Rojava –Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xeteriya êrişên bejahî û hewayî yên dagirkeriya Tirk, sûcên wê yên dermirovî û komkujiyên wê rû bi rû ne. Bi van sûcan, tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha bi sûcên xwe yên terorîst tu girîngiyê nade qanûn û peymanên navneteweyî yên ku bi gelek rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî re danîne."

TEV-DEM bal kişand ser êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Duh bû, bi destekdayîneke eşkere ji  çeteyan re, komkujiyeke li Zirganê pêk anîn, îro bi heman rêbazê qirêj a ku li dijî malbata şehîd Yûsif Gulo û neviyên wê li Qamişlo û Merwan Bedel û zarokên wê li Şengalê pêk anîbû, komkujiyike mezin li Kobanê pêk anî, maleke sivîlan kir hedef, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn."

TEV-DEM'ê diyar kir ku ev êriş nîşaneya bêçarebûna dewleta Tirk  e ku di aloziyan de tengijî ye û got: "Ev êrişên terorî yên tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker encamên aloziya wê ya aborî û civakî ye, her wiha nîşan dide ku nikare siyaseta binkeftî bi rêve bibe, ji ber vê yekê rêbazê şerê binkeftî û şerê tolhildanê ji vîna gelên berxwedêr xistiye dorê da ku temanê terorê û tundrawiyê dirêj bike. Di vê yekê de sûdê ji bêdengiya civata navneteweyî digire."

TEV-DEM bêdengiya navneteweyî, di serî de bêdengiya Rûsya û koalîsyona navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şeremzar kir û got: "Bi bêdengiya xwe didin şirîkên van sûcan."

Her wiha bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtî bin "Destkeftî û nirxên me yên şoreşgerî û exlaqî bipaêrzin, li hemberî dewleta faşîst a Tirk têkoşînê xurt bikin."