TEV-DEM'ê ji bo Newrozê bang kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Newrozê peyamek weşand. TEV-DEM’ê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Peyama TEV-DEM’ê ya bi boneya Newrozê wiha ye:

"Em Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, gelê me yê Kurdistanê, tevahî gelê Mezopotamyayê, pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdên azadiyê, hevalên girtî û yên di greva birçîbûnê de û li şervanên li eniyên rûmetê pîroz dikin.

Gelên herêma Mezopotamya roja Newrozê wek sembola serkeftina îradeyê pîroz dikin. Newroz di rastiya xwe de mîrasa berxwedan û hevgirtina gelên têkoşer e. Newroz yek ji serketinên şoreşên pêşîn ên li dijî zilm û zordestiya dîktatoriyê yên xwedî hişmendiya qirkirina gelan û înkarkirina çandan û nirxên exlaqî yên civakê ye.

Agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye agirê serkeftin, azadî û dawiya dîktatorî û koledariyê îfade dike. Agirê Newrozê destpêka roja nû û jiyana nû bû. Newroz xwedî dîrokeke tijî berxwedan û lehengî ye. Newroz yek ji cejnên neteweyî yên herî kevnar e ku îrade, nirxê exlaqî yên civakê di nav xwe de hilgirtiye. Newroz ji tevahî civakên Mezopotamyayê re bûye çandeke pîroz ku heta roja me ya îro dom kir.

Ji hezarên salan ve gelê me yê Kurd li Kurdistanê û cîhanê bi nîşaneya serketinê Newrozê pîroz dike. Ji girtîgehan, heta lûtkeyên çiyayan, li bajaran û tevahî qadên Kurdistanê û cîhanê mîrasa Newrozê û sembolên wê diparêze. Ev hemû berhemên fedakariyên ku gelê me yê berxwedêr in ku li hemberî dîktatorî û dagirkeran dan.

Rêber Abdullah Ocalan cewherê rasteqîn û dîrokî yên Newrozê geş kir, rih da nirxên Newrozê, mîras û çanda îradeya azad a civakê. Em ê bi vî ruhî Newroza îsal bikin Newroza piştgiriyeke cîhanî ya xurt a bi banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re. Her wiha em ê Newroz Îsal bikin îsrara domandina parastina destkeftiyên me yên dîrokî dîrokî.  Rêber Apo ji bo gelê me û tevahî gelên azadîxwaz destkeftiyeke dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya serketina destkeftiyên me yên dîrokî û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di serî d dewleta Tirk a dagirker, dewletên dagirkerên Kurdistanê hewl didin bi hemû rêbazan nirxên Newrozê têk bibin û siyasetên herî qirêj didin meşandin. Lê negihîştin armanca xwe. Di vê Newrozê de em ê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin û bi ruhê Newrozê ku sembola aştiyê ye em ê wekî berê planên zordestan têk bibin, ji Efrîn heta Serêkaniyê û Girê Spî em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Careke din em Newrozê pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi xurtî û bi rengekî ku layîqî berxwedana mezin a Rêber Abdullah Ocalan be, beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe.

Banga me li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku şeva Newrozê serdana goristanên şehîdan bikin, mûman pêxin, qad û deriyên têketina bajaran bixemilînin."