TEV-DEM: Dagirkeriya Tirk kir ku metirsî li ser tevahî Sûriyeyê çêbibe

Partiyên di bin sêwana TEV-DEM: Dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê kir ku metirsiyê li ser tevahî Sûriye û pêkhateya wê bide çêkirin. TEV-DEM’ê banga xwedîderketina li berpirsyariyan kirin.

Partiyên di bin sêwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de, bi daxuyaniyeke nivîskî ferzkirin û sîstema dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir kul i hember kiryar û sûcên dij mirovahiyê yên dewleta Tirk ya li Efrînê berpirsyar tevger bikin.

Di daxuyaniya hevpar de piştgiya ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê hate tekezkirin û bal kişand ku divê rêxistinên hiqûqî, enternasyonalîs û mirovahiyê daxwaz kir ku dawî li kiryarên dewleta Tirk a li Efrînê bînin.

Di daxuyaniya hevpar de bal hate kişandina ser van xisûsan:

‘GEL Û ŞERVAN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDE’

 “Gelê Efrîne li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker têdikoşe û li ber xwe dide. Şervanên YPJ/YPG`ê jî li hemberî dagirkeriyê çalakiyan dike û derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dide.

Zimanê dewleta Tirk ê dijminahî û êrîşên wê li hemberî berxwedanî û têkoşîna gelê nikare bibe asteng. Gelê me wê heta dawiyê ji bo azadî û avakirina pêşerojeke azad têkoşîn bike.

‘DAGIRKERIYA TIRK KIR KU METIRSÎ LI SER TEVAHÎ SÛRIYEYÊ ÇÊBIKE’

Mayîna dewleta Tirk a li Efrînê dagirkeriye û ev dagirkerî li ser tevehiya Sûriyeyê û pêkhateyên wê metirsî ye. Erdogan dixwaze mîna sedê salan dagirkeriya xwe li ser herêmê kûr bike.

Rakirina ala Tirkiyê li Efrîne û ferzkirina sîstem û zimanê xwe li ser gelê Efrîne dagirkerî ye û polîtîkayekî li dijî çareserî û ewlehiya herêmê ye.

Em weke partiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) piştgiriya Berxwedaniya Serdemê ya Efrîne dikin û polîtîkaya niha ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrîne dide meşandin şermezar dikin. Polîtîka ziman û sîstema dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîne ferzkirin li hemberî tevahî gelên herêmê dijminahiye.

‘GELÊ ME WÊ JI MECLÎSA XAYÎN HESAB BIXWAZE’

Her wiha em meclîsa ku îstixbaratên Tirkiyê birêxistinkiriye şermezar dikin, ew meclîs ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker dixebite, bang li gelê Efrîne dikin ku werin di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bijîn, ev yek di ber heqê gelê me de îxanete û gelê me destûr nade vê yekê û wê ji vê meclîsî hesab bixwazin.

BANGA XWEDÎ DERKETINA LI ERKÊ XWE HATE KIRIN

Her wiha em bang li saziyên hiquqî, sivîl, enternesyonal û mirovahiyê dikin ku erka ji wan tê xwestin pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gel digrin, ji holê radikin û dest datînin ser mal û mulkê wan. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîne destdirêjî jin dikin û jinan neçarî întixarê dikin.

BERXEWDAN DOM DIKE

Di dawiyê de em piştgiriya xwe ji bo gelê Efrîne yê berxwedêr tînin ziman. Di aliyê siyasî û dîplomasî de berxwedanî didome. Em li beramberî berxwedanî û şehîdên Efrîne rêzdarin, Efrîne wê azad bibe. Gel bi îrade û berxwedaniya xwe li hemberî dagirkeriyê biserdikeve.”