TEV-DEM: Berdel giran be jî, wê azadî bi ser bikeve

Hevserokatiya TEV-DEM’ê têkilî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û got, berdêlê wê giran bin jî wê jiyana azad bi ser bixin.

TEV-DEM’ê li ser gefên dewleta Tirk a dagirker û daxuyaniya Serokê Emerîkayê Donald Trump ku diyar kiribû Wê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê diyar kir ku herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de cihê aştî û aramiyê ne û wiha got: “Gelê Kurd, Ereb, Siryan û hemû gelên Bakurê Sûriyê bi berdêlên mezin sîstemek demokratîk ku azadiyê dike hedef ava kirin. Hîn di rojên destpêkê de çeteyên dij bi mirovahiyê El – Nusra, “Artêşa Azad”,  DAÎŞ û hevkarê wan dewleta Tirk dijminahiya vê sîstema demokratîk kirin û êrîş pêkanîn. Hêzên demokrat, tekoşînek mezin li hemberî van hêzên ku êrîşî tevahî cîhanê dikirin û komkujî pêktanîn dan û ew ber bi tunebûnê ve birin. Her çendî bajarên wek Kobanê ji binî ve hatin ruxandin jî, Hêzên Sûriya Demokratîk ku YPG’ê jî têde cihê xwe digire bûn afrênerên herêmên aram, aştiyane û cihê azadiyê.”

'PIŞTÎ TÊKÇÛNA ÇETEYAN TIRKIYE KETE DEWRÊ'

TEV-DEM’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk ji bo çewisandina gelê Kurd, gelên herêmê û hêzên demokrat hemû alîkarî dan van çeteyên derveyî mirovahiyê. Lê dema ku dît çeteyan ev yek sernexist, vê carê ew bixwe ket dewrê. Dema ku hemû cîhanê QSD wek têkoşerên azadiya mirovahiyê îlan dikir, dewleta Tirk, ji bo armancên xwe û veşartina rûyê xwe yê rast QSD wek teror bi nav dikir. Li gel ku Tirkiyê her roj êrîşî sîstema demokratîk a li Bakurê Sûriyê dikir, hêzên demokrat ên ji bo azadiyê şer dikirin ji xwe re wek xeterî dida nîşan. Wisan ku, dema binketina DAÎŞ’ê bû mizgînî ji mirovahiyê re, ji Tirkiyê re berovajî bû. Ev binketin tehemûl nekir û daxuyaniya ku dê êrîşê gelê Bakurê Sûriyê bike.”

'TIRKIYE BI AMERÎKAYÊ XWE WÊREK DIKE'

TEV-DEM’ê bal kişand ser gefên Serokomarê dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: “Her ku binketina DAÎŞ’ê nêzîk dibû, dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hemberî Bakurê Sûriyê zêdetir dikir. Di rojên ku DAÎŞ ber bi tinebûnê ve diçû, Tirkiyê diyar kir ku wê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Balkêş e ku ev daxuyanî piştî daxuyaniya rayedarên payebilind ê DYA’ê ku digotin ‘em ê Tirkiyê li dijî êrîşan biparêzin’ hat dayîn. Bi taybet jî piştî ku rayedarên DYA’yê ji Tirkiyê hatin Bakurê Sûriyê, dayîna vê daxuyaniyê diyar dike ku DYA’yê li dijî êrîşên Tirkiyê bertek nîşan nedaye. Tê dîtin ku Tirkiye cesareta êrîşkirinê ji bertekên DYA’yê digire.”

'BÊDENGIYA KOALÎSYONÊ NE EXLAQÎ YE'

TEV-DEM’ê daxuyaniya xwe wiha berdewam kir: “Di dîroka miravahiyê de hertim tekoşîna li hemberî dijminên mirovahiyê tê dîtin. Li dijî faşîzma Hitler û Musollonî, eniya demokrasiyê ku Yekitiya Sovyetê jî tê de cih digirt bibûn yek. Li hemberî DAÎŞ’ê jî eniyek wek vê derketiye. Di demeke wiha de ku hîn tekoşîna li dijî DAÎŞ’ê berdewam dike, Erdogan gefên êrîşan li ser gelê Bakurê Sûriyê  dixwe, ku bi bedelên mezin tekoşînê li dijî DAÎŞ’ê didin. Dengdernexistina hêzên ku li dijî DAÎŞ’ê koalisyonê hatiye avakirîn, ne bi exlaqê siyasî û ne jî wijdanî ye. Tirkiye demek dirêje hevkariya DAÎŞ’ê dike û êrîşa wê li ser hêzên ku tekoşînê li dijî DAÎŞ’ê didin di çarçoveya hinek berjewendiyan de ye. Bêguman ev hişmendiya polîtîk a ku nirxên mirovahî û exlaq ji holê radike, wê ji aliyê mirovahî û dîrokê ve were darizandin. Jixwe ji niha ve di serî de gelên Bakurê Sûriyê, hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê vê biryara siyasî ya ku dijî exlaq û wijdana mirovahiyê ye xistine bin lêpirsînê.”

Berdewamiya daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye: “Piştî daxuyaniya dewleta Tirk ku dijminê demokrasî û Kurdan e ew ê êrîşî Bakurê Sûriyê bike, daxuyaniya DYA’yê ku ew ê bi 3,5 milyar dolaran fuze bifroşe Tirkiyê û heman rojê îlankirina ku leşkerên DYA’yê dê ji Bakurê Sûriyê vekişe jî nîşan dide ku li ser gelên Bakurê Sûriyê komployek e. Ev hemû geşedan gumana lîstok û planên qirêj zêdetir dike. Hemû cîhan ev yek bi awayê ku DYA ji Tirkiyê re gotiye em vedikişin, hûn dikarin dagir bikin şîrove kiriye. 

'EM LI SER VEKOŞÎNA DYA'YÊ TI NIRXANDINÊ NAKIN'

Her dewletek û hêzeke siyasî ku biryarên der barê xwe de, ku bi nirxên mirovîn û exlaqî re ne bi nakok be bigire, rewşeke tê fêmkirin e. Bêguman biryara ku DYA’yê girtiye ji bo gelê DYA’yê û hemû mirovahiyê çiqasî rast e û biryarek bi xêrê ye yan na, mijareke wiha ye ku wê bê lêpirsînkirin. Mafên rayedarên DYA’yê heye ku biryarek weha bigirin; bes ku ev biryar li ser gelên mezlûm nebe parçeyekî planeke qirêj. Em weke avasaziyên demokratîk ên gelên Bakurê Sûriyê der barê vekişîna biryara DYA’yê de em ê tu nirxandinekê nekin; lewra ev biryar ya wan e. Jixwe em xwediyê têgihiştineke siyasî ne ku li Sûriyek demokratîk û azad tu hêzên derve divê nebin. Em ji vê bawer dikin ku di serî de Tirkiye divê hemû hêzên derve ji Sûriyê vekişin. Niha li hemberî demokratîkbûn û yekîtiya Sûriyê astengiya herî mezin dewleta Tirk e. Tu roleke wê ya avaker û pozîtîf ku dilîze tine. Berovajî wê ku Sûriye ewqasî hatiye şewitandin û hilweşandin, ketiye nava bêîstikrarî û krîzeke siyasî ya kûr ji dereceya yekemîn dewleta Tirk berpirsyar e. Dewleta Tirk ne tenê dagirker e, li Efrînê bi guhertina demografiyê ji aliyê mirovahiyê ve sûcê qirkirinê ku sûcekî giran e pêk tîne.      
'DIVÊ NY NY'YÊ VEXWÎNIN CIVÎNA LEZGÎN'
DYA dikare ji Sûriyê derkeve. Jixwe biryara vekişînê hatiye girtin. Encax gelên Bakurê Sûriyê ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de ku ji deh hezaran zêdetir şehîd û bi deh hezaran birîndar dan di bin êrîşa dagirkirina dewleta Tirk de ne. Rexmî ku tu êrîşên li hemberî Tirkiyê tune ne û êrîşî Bakurê Sûriyê dike li gorî qanûn û hiqûqa Neteweyên Yekbûyî sûcek e. Sûriye niha jî dewletek endamê Neteweyên Yekbûyî ye.  Di nava sînorê Sûriyê de bêîstikrarî hebe jî ev pirsgirêka gelên Sûriyê ye. Li Sûriyê têkoşîna siyasî ya hundirîn mijareke ku Tirkiyê eleqedar nake. Di hundirê Sûriyê de pozîsyona Kurdan û gelên Bakurê Sûriyê ew ê çi be dewleta Sûriyê û gelên Sûriyê eleqedar dike. Dewleta Tirk ne ku gefxwarin li hemberî wê heye; ji ber ku armanc dike siyaseta hundirîn a Sûriyê li gorî difikire têşe bidê dixwaze mudaxeleyî Bakurê Sûriyê bike. Êrîşkariya Tirkiyê bi temamî êrîşek li hemberî welatekî ku endamê Neteweyên Yekbûyî ye û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Di vê çarçoveyê de di serî de welatên ku bi gelên Bakurê Sûriyê re li hemberî DAÎŞ’ê têdikoşin û welatên endamên Konseya Neteweyên Yekbûyî divê bi lezgînî Neteweyên Yekbûyî vexwînin civînê û biryarek rê li ber êrîkariya Tirkiyê bigirin derxînin. Divê balê bikişîne ku pirsgirêkên di hundirê Sûriyê de ji aliyê civak û gelên Sûriyê bixwe bên çareserkirin. Li hemberî êrîşek li ser Bakurê Sûriyê divê îlan bike ku ew ê cezayên navneteweyî pêk bînin. Em  avasaziyên demokratîk ên gelên Bakurê Sûriyê bangî tevahiya mirovahiyê û hêzên demokratîk dikin ku helwesta xwe diyar bikin ku Neteweyên Yekbûyî biryare weha bigire.  

Hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahî divê bizanibin ku dewleta Tirk ji ber ku demokratîkbûna Rojhilata Navîn û azadbûna Kurdan ji bo pergala xwe ya faşîst û qirker talûke dibîne êrîşî Bakurê Sûriyê dike û li hemberî vê êrîşa dagirkeriyê bi berxwedanê ev desthilatdariya faşîst ku li hemberî demokratîkbûna Rojhilata Navîn asteng e têk bibe û di nava têkoşînê de cihê xwe bigirin.

'BI BERDÊLÊN MEZIN JÎ BE BERXWEDAN WÊ JIYANA BIRÛMET BI SER BIXE'

Ev êrîş li ser bingehî dijminantiya demokrasî û Kurdan ji bo hilweşîna pergala demokratîk a li Bakurê Sûriyê avabûye ye. Di vê çarçoveyê de Ereb, Kurd, Suryanî û hemû gelên Sûriyê ku zêdetirî deh hezaran zarokên xwe şehîd dane xwe bispêrin hêza civaka demokratîk a rêxistinkirî û li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin. Di serî de gelên Bakurê Sûriyê ku yekîtiya Sûriyê di nava pergala xwe ya demokratîk de ava kiriye divê bibîne ku ev êrîş di serî de li dijî wê ye, li dijî vê êrîşê bi xurtkirina yekîtiya divê îradeya neteweya demokratîk ya têk naçe nîşan bidin. Gelên me ne tenê li Sûriyê ji aliyê hemû gelên Rojhilata Navîn divê bibîne ku hilbijêrka jiyana demokratîk û azad avasaziya civaka azad û têgihiştina neteweya demokratîk ji her cure çek, teknîk û hêza ekonomîk hîn xurtir e û li ser bingehê xwespartina hêza xwe ya cewherî bêdudilî heta dawîn divê têkoşîna xwe bidomîne. Bedelên wê giran be jî dema li ber xwe dan hebe ew ê jiyana bi rûmet û azad teqez bi ser bikeve. Li ser vî bingehî em bang dikin ku hemû gelên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriyê têkoşînê bilind bikin, Sûriya Demokratîk, Bakurê Sûriya Xweser û Azad ava bikin û biparêzin.”