TEV-DEM: Şeş sal in nijadperestî û şovenîzm li Efrînê heye

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber salvegera 6'an a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyaniyek weşand û got, "6 salên dawî li Efrînê bêrehmiya mejiyê şovenîst û nijadperest heye."

TEV-DEM’ê bi minasebeta salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê ku 18’ê Adara 2018’an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve pêk hatibû, daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de şehîdên berxwedana Efrînê ku 58 rojan dom kiribû hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku berxwedana gel bi hêviya rizgarkirina Efrînê didome. 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 6 salan de li Efrînê sembolên netewa Kurd, perestgeh, şûnwarên dîrokî hilweşandine; bi feraseta şovenist, nîjadperest li ser zeviyên çandiniyê xaniyên mêtingehiyê ava kirine, kesên sûcdar û birayîn li van deran bicîh kirine û bi vê yekê xwestine çand û demografiya herêmê biguherin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye dixwaze Efrînê ji herêmê qut bike, bi vê mebestê pere û zimanê Tirkî ferz kiriye, bi destê çeteyan dijî gelê Kurd pêkanîn derveyî exlaq ên wekî dizî, talan, revandin kirine û wiha hat domandin: “Bi sedan kesên ji Efrînê winda ne. Gelek di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Mal û milkê wan tê desteserkirin. Bi milyonan darên zeytûnê hatine qutkirin. Herî dawiyê li Cindirêsê zarokek bi awayekî hovane hat kuştin. Bi vê xwestin nehêlin şahiya Newrozê bê lidarxistin.”

Di daxuyaniyê de helwest û bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî dagirkerî û qirkirinê hat rexnekirin û ev bang hat kirin: “Dagirkirin bi erêkirina hêzên navneteweyî çêbû. Hûn li hemberî sûcên rojane yên xeternak ên dermirovî li ku ne? Gelê herêmê bi karesatekê re rû bi rû ye. Em bang li tevahî sazî, rêxistinên civaka sivîl û aliyên têkildarî Sûriyeyê, raya giştî ya cîhanê û NYˊê dikin ku helwestên bi cesaret nîşan bidin û destwerdaneke lezgîn bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Efrînê di şert û mercên herî dijwar de, tevî dagirkirin û dopêça hikumet Şamê jî di nava kampên Şehbayê de bi hêviya vegerê li ber xwe didin û ev bang li hêzên siyasî û netewî hat kirin: “Em bang li tevahî hêzên siyasî û neteweyî, rêxistinên demokratîk, jin û ciwanan û aktivîstan dikin ku ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên din bi hevgirtineke mezin piştgiriyê bidin berxwedana xelkê Efrînê û rizgarkirina Efrînê bikin destpêka têkoşîna demokrasî û azadiyê."