Teqîna li Reqayê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn
Di teqîna ku vê sibê li Qada Saat a navenda bajarê Reqayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 3 sivîl jî birîndar bûn.
Di teqîna ku vê sibê li Qada Saat a navenda bajarê Reqayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 3 sivîl jî birîndar bûn.
Vê sibê di dema xebatên rakirina bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê ya li kolana Til Ebyed a nêzî Qada Saat ya ekîpa Meclîsa Sivîl a Reqayê de, wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê li herêmê teqiya.
Di encama teqînê de 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 sivîl jî birîndar bûn. Welatiyan birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.
Endamê Rêveberê yê Ekîba girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê Yasir Yasîn derbarê bûyerê wiha got; “Dema me bi dozerê bermahiyên çeteyan ji herêmê radikir, wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê teqiya, ya ku berê amade kiribûn. Di teqînê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 3 sivîl jî birîndar bûn.”