Tebqa ya xweser birînên xwe dipêçe

Xalid Omer êşkenceya ku çeteyên DAÎŞ'ê li malbata wî kir ji bîr nekiriye. Sibehan tê sûka navenda bajarê Tebqayê, dezgeha xwe datîne û ji bo debara malbata xwe bike tiştan difiroşe.

Salek di ser rizgarkirina Tepqayê re derbas dibe. Lê hê jî êşên ku DAÎŞ'ê li pey xwe di nava civakê de hiştiye netemiriye. Ji xwe bajar, dema Bendava Firatê dihate çêkirin, sala 1963'an ava bû. Niştecihên bajêr ji karkerên li bendavê dixebitîn pêk dihat. Lewma her malek ji bajar û devereke din ên Sûriyeyê ne. Ji hemû pêkhatiyên Sûriyeyê li vê derê kom bûne û hêdî hêdî bûye bajar.

Ji bajarê Tepqayê re tê gotin xweşiktirîn bajar e. Li kêleka bendav û gola Firatê ye. Xweza û hewaya xwe jî xweşe.

Sazîkirin û xebatên ku ji aliyê rêveberiya xweser a herêma Tebqayê ve tê meşandin li ber çavan e. Mîna vekirina hemû dibistanên li herêmê.

Rast e, bû salek ku bajar ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatiye rizgarkirin. Li gorî gelê bajêr, di nava salekê de gelek gavên mezin hatine avêtin. 

Ji şêniyên bajêr Xalid Omer dibêje ku DAÎŞ'ê hemû derfetên xwe xistibû vî bajarî, ji ber li ber avê ye û zanibûn ji bo bendavê belafir jî nikarin zû zû li wan bidin. Ji bo xwe weke herêmeke ewlekariyê didîtin.

Bavê Xalid ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate serjêkirin, bi tohmeta kifiriye. Ji xwe wek tê zanîn sûcên DAÎŞ'ê her tim hazir bûn ji bo xelkê bikuje. Lê li gorî Xalid ji me re gotî, carnan bê ku bibêjin çima xelk dikuştin.

Li gorî çavdêriyên me di nav bajêr de hê jî tirs û xofa DAÎŞ'ê ji nava civakê derneketiye. Bi taybetî jin, heta hinek çav li kamerayê diketin rûçikê xwe dadigerandin. Lewma jî Tebqa wek herêmek serbixwe hate ragihandin û gelek saziyên sivîl ku roj û şev di nav civakê de dixebitin hene. Heta ku ew metirsiyên ji DAÎŞ'ê di hişmendiya civaka Tepqayê were rakirin.