Tê payîn ku bijîjkên Onder sibê daxuyaniyê bidin
Serdanên ji bo Sirri Sureyya Onder dewam dikin ku xetereya wî ya jiyanê heye. Tê payîn ku bijîskên Onder sibê daxuyaniya çapemeniyê bidin.
Serdanên ji bo Sirri Sureyya Onder dewam dikin ku xetereya wî ya jiyanê heye. Tê payîn ku bijîskên Onder sibê daxuyaniya çapemeniyê bidin.
Tedawiya Serokwekîlê Meclîsê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li Nexweşxaneta Florence Nightingale ya Şîşliyê di roja 12’an de dewam dike. Serdanên ji bo Sirri Sureyya Onder dewam dikin ku xetereya wî ya jiyanê heye.
Kesên ji bo serdanê hatin ji aliyê malbata Onder û Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlementerên DEM Partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Serokê Amedsporê Burç Baysal, Cîgirên Serokê Fadil Ogurlu û Selman Ergun, Rêveberên Qlûbê Mehmet Demîr, Şefîk Demîr û Serokê berê yê Amedsporê Selahattin Yildirim, Serokê Lîjneya Rêveber a Odeya Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya, endamê Odaya Bazirganiyê ya Amedê Ercan Taylaman di nava kesên ji bo serdanê hatin de bûn. Serokê Amedsporê Burç Baysal formaya ku navê Sirri Sureyya Onder lê nivîsandî bû, da birayê Onder Alî.
Parlementerê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikuli, Şaredarê Beyogluyê Înan Guney, Îbrahîm Tatlises, birayê Dengbêj Şakiro Tevfîk Denîz jî serdana Onder kirin.
Tê payîn ku bijîjkên Onder sibê derbarê tenduristiya wî de daxuyaniya çapemeniyê bidin