Li Yemenê kampa koçberan hat bombekirin: Herî kêm 68 kes mirine

Hat ragihandin ku di encama bombebarana li hemberî kampeke koçberan a li bajarê Saada yê li bakurê Yemenê de bi dehan kes mirin.

Kanala El-Mesîra ya girêdayî Hûsiyan, îdîa kir ku navendeke binçavkirinê ya koçberan a li Saada ya li bakurê welat bûye hedefa êrîşa DYE’yê û herî kêm 68 kes mirin e.

Li gorî hatiye ragihandin parastina sivîl diyar kiriye ku 47 kes birîndar bûne. Hat ragihandin ku navenda hatiye hedefgirtin, koçberên qaçax lê dihatin ragirtin.

JI 15'Ê ADARÊ Û VIR VE ZÊDEYÎ 800 ÊRÎŞ

Artêşa Emrîka roja Yekşemê ragihand ku ji 15'ê Adarê û vir ve li Yemenê zêdeyî 800 hedefan xistine.

Di daxuyaniya Fermandariya Rojhilata Navîn a DYE’yıê (CENTCOM) de hat gotin, "Di van êrîşan de bi sedan endamên Hûsî û gelek rêberên Hûsî hatine kuştin."