Hestî Emîrî ji ber li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî derket, hat girtin

HRNA’yê ragihand ku xwendekara zanîngehê Hestî Emîrî ji ber li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî derketiye hatiye girtin.

Rêxistina Mafên Mirov a HRNA’yê ragihand ku xwendekara zanîngehê Hestî Emîrî ji ber li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û binpêkirinên rejîmê helwest nîşandaye, hatiye girtin.

Hat ragihandin ku di 26’ê Nîsanê de xwendekara zanîngeha Elame Tebatebayî ya Tehranê Hestî Emîrî hat binçavkirin. Her wiha hat diyarkirin ku destpêkê Şaxa 1’emîn a Dozgeriya Giştî ya Girtîgeha Evîn ji bo îfadeyê gazî Hestî Emîrî kiriye û piştre li wir hatiye binçavkirin û şandine girtîgeha Evînê.

Beriya niha di 6’ê Adara 2025’an de hêzên Îtlaeta Îranê bi ser mala Hestî Emîrî de girtibûn, li mala wê lêgerîn kiribûn û dest danîbûn ser telefon û kelûpelên wê yên taybet.

Di Tebaxa 2023’yan de Hestî Emîrî bi îdîaya ‘propaganda li dijî dewletê’ cezayê salek girtîgehê lê hatibû birîn. Di 5’ê Tebaxa 2024’an de ji girtîgehê hatibû berdan.